Mesrûr Barzanî: Jenosaydkirina Barzaniyan ji bo jinavbirina nasname û nehîştina miletekî mafzeftkirî bû
Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat: îro 37emîn salvegera yek ji mezintirîn tawanan e ku li hember gelê Kurdistanê hatiye kirine, ku jînosaydkirina Barzaniyan e. Di wê tawana mezin de 8 hezar mirênên bêguneh, tenê ji ber ku Kurd bûn, ji aliyê rêjîma Beis ve bi zindî hatin çalkirin.
Jînosaydkirina Barzaniyan destpêkek bû, ji bo jînosaydkirineke firehtir ya gelê Kurdistanê, ku bi çend qonaxên cuda, rêjîma Beis di bin navê enfal de bi hezaran hevnîştimaniyên bêguneh ên Kurdistanê bi jin, peya, mezin û biçûkan birin beyabanên Iraqê û piştre bi direndetirîn şêwe bi zindî xistin çalan.
Jenosaydkirina Barzaniyan şalaweke regezperestiyane ji bo jinavbirina nasname û nehîştina miletekî mafzeftkirî bû. Heger xweragirî û berdewambûna gelê Kurdistanê bi şoreş û berevanîkirina li xak û nîştiman nebûya, nasname û mana gelê Kurdistanê, dê rûbirûyî metirsiyeke mezintir bûbûya.
Di vê boneya xemnak de, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xizmetkirina kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan li gor karînan dikin. Di heman demê de ligel hikûmeta Iraqê bi hewlên xwe berdewam dibin û pêdagiriyê ji bo qerebûkirina madî û manewî yên malbatên enfalkiriyan dikin.
Serî bi rêz ji bo qurbaniyên şalawên jenosyda Barzaniyan û tevahiya enfalkiriyan û şehîdên tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ditewînin.
K24
