Iraqê nêzîkî du mîlyon çekdarên wê hene, lê Îsraîlê bi dizî bingeheke leşkerî tê de ava kiriye
Di demekê de ku milîsan bi hinceta hebûna bingeh û baregehên Îsraîlê, êrişî Herêma Kurdistanê û welatên Kendavê dikirin; her wiha mehane nêzîkî 2 mîlyon leşker û karmendên hêzên çekdar mûçe ji hikûmeta federal werdigirin, lê Îsraîlê li ser axa Iraqê bingeheke leşkerî ava kiriye bêyî ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê pê bihesin.
Piştî ku medyaya Amerîkayê eşkere kir ku Îsraîlê li çolên Necefê bingeheke leşkerî ya nepenî ava kiriye û hikûmeta Iraqê jî jê bêagah e, di navxweya Iraqê de bertekên cihêreng derketin holê.
Beşek ji wan kesên ku li hember vê nûçeyê bertek nîşan dan, diyar dikin ku hejmara leşkerên artêşa Iraqê 450 hezar e, hejmara hêzên navxwe 714 hezar e, hejmara karmendên dijeterorê 237 hezar e, hejmara karmendên Dezgeha Ewlehiya Neteweyî 143 hezar e, hejmara karmendên dezgeha îstixbaratê 118 hezar e, hejmara çekdarên fîrqeya taybet 12 hezar e û hejmara çekdarên milîsên Heşda Şeibî jî herî kêm 238 hezar e. Bi vî awayî, hejmara giştî ya çekdar û karmendên hêzên ewlehiyê li Iraqê dibe mîlyonek û 912 hezar kes.
Heman çavkanî didin zanîn ku encama hebûna van hemû çekdar û karmendên hêzên ewlehiyê yên li Iraqê ew e ku Îsraîl li Necefê bingehekê ava dike, bêyî ku tu kes pê bihese.
Basnews
