Michael Gunter: Kurdistan petrola xwe bide Bexdayê ber bi rewşeke xerab ve berjêr dibe
Michael Gunter balê dikişîne ser bûyerên 16ê Cotmha 2017an û dibêje, “Neyekgirtina Kurdan rê da Heşda Şeibî bi hêsanî dest deyne ser Kerkûkê, ev şermezariyeke mezin e ji bo Kurdan.”
Herwiha Gunter tirseke xwe jî tîne ziman, “Hefteyekê di Cotmeha 2017an de, ez ditirsiyam bi temamî dawî li Herêma Kurdistanê were, lê we dubare xwe rêk xist û vegeriyan xala ku hûn berê gihiştibûnê” û tekez dike, “Herêma Kurdistanê pêngavên mezin ber bi dewletbûnê ve avêtine.”
Prof. Dr. Michael Gunter diyar dike, “Li gor madeya eger Herêma Kurdistanê niha serxwebûnê ragihîne dibe yek ji 10 dewletên mezin ên berhemhênerên petrolê li cîhanê” û dibêje, “Eger Kurd hemû petrola xwe bide Bexdayê Kurdistan ber bi rewşeke xerab ve berjêr dibe.”
Prof. Dr. Michael Gunter ku beşeke mezin a jiyana xwe ji bo lêkolîn û nivîsîna derbarê Kurdan de terxan kiriye di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Rûdawê da û bi hûrî behsa rewşa Başûrê Kurdistanê û pêwendiyên bi Bexdayê re kir.
Rûdaw: Di vê mehê de, di semînareke vîdyoyî de li Peymangeha Kurdî li Washingtonê, we baweriya xwe nîşan da ku Kurd niha ji her demê bêtir neyekgirtî ne. Çi metirsiyeke nû ya vê neyekgirtina nû li ser Kurdan heye?
Michael Gunter: Bi rastî ez bawer nakim ku Kurd niha ji her demekê bêtir belawela bin. Min got Kurd neyekgirtî ne, ev jî sedemeke giring e li pişt hebûna pirsgirêkan. Kurd belawela ne, lê bawer nakim ji her demekê bêtir belawela bin. Erê.
Çi metirsiyek ji vê dabeşbûna nû yan ji vê parçebûna nû ya Kurdan tê çaverêkirin?
Michael Gunter: Bêguman Abraham Lincoln ku di dema şerê navxwe yê Amerîka de serokê welat bû, got maleke dabeşbûyî nikare bimîne. Yan divê Kurd bi hev re kar bikin yan dê ji hev veqetin.
Ew berpirsên Amerîkî ku bi sedema berpirsiyariya xwe reftara wan bi Kurdan re hebû, bawer dikin dabeşbûna aliyên Kurdî, çiqasî payeya Kurdan ji neteweyekê aniye xwarê. Bi nerîna te, eger Kurd her wisa parçe bin, dikarin wek neteweyekê bigihin mafên xwe?
Eger min pirsa te rast fêm kiribe, mebesta te ew e gelo dabeşbûna Kurdan ziyanê digihîne Kurdan? Erê bi rastî ziyanê digihîne Kurdan. Dijminên we, mebesta min welatên li dorhêla we ne wek Tirkiyê û Îranê, tew Bexda jî, hergav dabeşbûna Kurdan wek stratejiyekê li dijî Kurdan bi kar anîne. Li ser vê dabeşbûnê kar kirine. Ev dabeşbûn derfetê dide dijminên we da ku ziyanê bigihînin we û rêgir bin ku hûn bigihin armanên xwe yên rewa.
Sedema dabeşbûna berdewam a Kurdan çi ye, gelo dirêjkişandina bindestiya Kurdan e yan nebûna nerîneke niştimanî ye li ba partiyên Kurdistanî?
Rola van hemûyan tê de heye. Lê dabeşbûna Kurdan dabeşbûneke cografî û dîrokî ye. Tucarî Kurdistaneke yekgirtî nebû. Li şûna wê mîrnişînên Kurdî hebûn. Nîv-dewletokên Kurdî hebûn. Lê dabeşbûn rêgir bû ku Kurdistana yekgirtî çêbe. Bêguman têgiha dewleta neteweyê têgiheke nû ye, tew ji bo Ewropiyan jî. Di şoreşa Fransî ya sala 1789an de ev têgih derket holê. Dabeşbûna Kurdan dabeşbûna cografî û dabeşbûna êl û dabeşbûna olî û dabeşbûna îdeolojî ye. Erê bêguman rola kolonyalîzmê di vê dabeşbûnê de hebû. Rola nakokiyên Îngilîz û Fransiyan di dîrokê de hebû. Lewma gelek sedemên cuda li pişt vê dabeşbûnê hene. Di sedsala borî de jî Kurd li ser çar welatan hatin dabeşkirin: Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê.
Dabeşbûna Kurdan çi metirsiyek li ser Kurdan wek netewe û qewareya wan çêkiriye, bi taybetî siberoja qewareya Herêma Kurdistanê li Iraqê?
Michael Gunter: Wek min got, eger rêjeyeke diyarkirî ya yekgirtina we nebe, hingê dijminên we wê dabeşbûnê bi kar tînin û taktîkên xwe li dijî we bi kar tînin. Wek çawa piştî giştpirsiya sala 2017an, parçebûna Kurdan rê da Heşda Şeibî bi hêsanî dest deyne ser Kerkûkê ku şermezarî û trajediyeke mezin e ji bo Kurdan. Ji bextê çê, piştî vê we karî xwe rêk bixin, çimkî bila ez ji te re bêjim ji bo dema çend hefteyan di cotmeha 2017an de, ez ditirsiyam bi temamî dawî li Herêma Kurdistanê were. Lê we dîsa xwe rêk xist û vegeriyan xala ku hûn berê gihiştibûnê. Ango Herêma Kurdistaneke bihêz ku hevahengiyê bi Bexdayê re dike, di heman demê de, ji bo daxwazkirina mafên xwe li hember Bexdayê radiweste jî. Pêwîstiya vê jî bi serkirdeyên dewletmedar heye ku bi nerîna min li ba we hene.
Madem tu dibêjî nerîneke hevbeş di nav Kurdan bixwe de nîne, Kurd çawa dikarin nerîneke hevbeş çêbikin û divê çi bikin da ku ew nerîna wan a hevbeş hebe?
Gava tu dibêjî Kurd mebesta te tenê Kurdên Herêma Kurdistan û Iraqê ye yan mebesta te Kurdên welatên din e jî wek Îran û Tirkiyê?
Kurdên Herêma Kurdistanê yan Başûrê Kurdistanê wek qewareya Herêma Kurdistanê. Di heman demê de, wek neteweya Kurd bi giştî li hemû cîhanê.
Herêma Kurdistanê, wek tu dizanî, di van çend salên dawî de pêşketinên baş bi dest xist, piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên. Wek em dizanin Herêma Kurdistanê wek dewleteke defakto ye di nav yekîtiyeke federalî de ligel Iraqê. Herêma Kurdistanê gavên mezin ber bi dewletbûn yan nîv-dewletê ve avêtine. Karê we ew e hûn dirêjahiyê bidin vê yekgirtinê. Di derbarê yekgirtina hemû Kurdan de, wek em dizanin, pêwîstiya vê bi hilweşîna dewletên navçeyê heye, ango hilweşîna Îran û Tirkiyê. Ev jî naqewime. Yanî yekgirtina hemû neteweya Kurd, îro ne têgiheke çalak e. Lê ev nayê wateya ku ne mumkin e curek ji hevahengiyê di navbera Kurdên hemû dewletan de hebe. Lê mijara me ya sereke têgiha yekgirtina neteweyî li ba Kurdên Iraqê ye.
Ev yekgirtin ji aliyê kê heye, mebesta tee w welat in ku Kurd li ser wan dabeş bûye yan mebesta te welatên dûr e, Amerîka û Ewropa jî hevnerîn in ku Kurd nebin dewlet?
Pirsgirêka mezin ew e, dewletên ku Kurd li wan dijîn: Tirkiyê, Iraq, Îran û Sûriyê naxwazin dabeşbûna dewletên xwe bibînin û rê bidin Kurd serbixwe bibin. Gava piştî Cenga Cîhanî ya Yekem dewletên Rojhilata Navîn serxwebûn bi dest xistin, Kurd ne xwediyên têgiha neteweyî bûn wek hesteke bihêz ku bibe sedema bidestxistina dewletê. Li şûna wê, çar dewlet hatin çêkirin: Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê. Ev realîte ye. Ji ber şert û mercên dîrokî, niha bakurê Iraqê dewleteke nîv serbixwe ye. Ev jî ji Kurdan re destkefteke mezin e. Eger Iraq hilweşe, Kurdistana Iraqê dibe dewleteke serbixwe. Lê divê hûn bi awayekî bên dîtin ku hevahengiyê bi Iraqê re dikin. Hevahengî bi Iraqê re tê wateya ku hûn hevahengiyê bi Bexdayê re dikin. Xwe wek welatiyên dilsoz ên Iraqê bibînin, lê di heman demê de bergiriyê li mafên xwe bikin li gor destûra 2015an, bibore destûra 2005an. Ev mebesta gotinên min bû.
Bi rastî baweriya te wisa ye ku di projeya Amerîkayê de heye di demeke nêzîk de dewleta Kurdî ava bibe, qet nebe li Başûrê Kurdistanê yan Herêma Kurdistanê bibe dewlet. Ev di stratejiya Amerîkayê de heye yan na?
Ew gotina kevn tê bîra te ku dibêje ji bilî çiyan dostên Kurdan nînin? Ti dewletek li ser erdê, ji bilî Îsraîlê, naxwaze Kurd serxwebûnê bi dest bixin. Îsraîlê piştgiriya giştpirsiya 2017an kir. Lê Îsraîl li Rojhilata Navîn ne dewleteke daxwazkirî ye. Divê bizanin ku kes naxwaze piştgiriya serxwebûna Kurdan bike, çimkî ev ê bibe pêşgaveke xerab ji bo hilweşandina dewletên din. Ji aliyekî din ve jî, dibe ku Amerîka hevrêya Kurdan a herî baş be, lê ne hevrêyeke temam e. Amerîka serxwebûna Kurdan naxwaze. Amerîka herêmeke federal a Kurdî di nav Iraqa yekgirtî de dixwaze. Bi wateya dabînkirina mafên Kurdan wek herêmeke nîv serbixwe. Pêwîst e hûn fêm bikin ku Amerîka piştgiriya serxwebûna we nake, lê piştgiriya we dike ji bo bidestxistina mafên ku di destûra 2005an de hatine bicihkirin.
Berdewam du nerîn di nav Kurdan de hene; yek bawer dike ku divê dewleta Kurdî li ser asta hemû parçeyên Kurdistanê bê damezrandin. Hinek jî bawer dikin ku dewlet eger li bajarekî yan gundekî jî be divê bê ragihandin. Bi baweriya we, berfirehiya rûbera dewletê di vê serdemê de sedem e da ku bê gotin divê dewleta em çawa be?
Wek min got avabûna dewleteke Kurdî ku Kurdên her çar dewletan li xwe bigire li gor şert û mercên îro, ne mumkin e. Serxwebûna gundekî Kurdî dibe dewleteke biçûk. Niha baştirîn rewş ku Kurd tê de ne Kurdên Herêma Kurdistanê ne. Çimkî ewqasî mezin e ku bibe dewleteke nîv serbixwe ya federal di nav Iraqê de. Eger Iraq jî wek dewlet şikestinê bîne û hilweşe, hûn di statûyeke sûper de ne da ku serxwebûnê bi dest bixin. Lê nabe hûn bi kelecan li benda hilweşîna Iraqê bin.
Yanî Herêma Kurdistanê bingeha dewleta Kurdî ye?
Ji berê de bingeha dewleta Kurdî bû, lê tenê li bakurê Iraqê. Ez nabêjim bingeh e ji bo dewleta Kurdî ya mezin. Di vê demê de ev tiştekî dûr e.
Gelo bi baweriya te, Rojavayê Kurdistanê li Sûriyê dikare zûtir bibe xwedî dewlet yan Herêma Kurdistanê li Iraqê?
Herêma Kurdistanê di rewşeke pir baştir de ye. Herêma Kurdistanê qewareyeke yasayî ye. Rojava li jêr rehma çawaniya berdewamiya rewşa Sûriyê ye. Ku wek em dizanin rewş baş naxuye. Lewma bêguman bi nerîna min Herêma Kurdistanê li gor Rojava, di rewşeke pir baştir de ye.
Ez dixwazim nerîna te li ser giştpirsiyê bizanim piştî derbasbûna nêzîka 3 salan di ser encamdana wê re, tu niha çawa lê dinerî?
Eşkere ye wek derket, giştpirsî xeletiyeke mezin bû ku di wê demê de hat kirin. Çimkî gelek nemabû bibe sedema hilweşîna Herêma Kurdistanê. Di warê yasayî de, ti sedemeke yasayî nebû ji bo encam nedana giştpirsiyê. Mafê we yê yasayî hebû wê encam bidin. Lê di warê siyasî de, diyar bû ne biryareke rast bû. Tevî ku we karî paşê rewşa xwe aram bikin. Giştpirsiyê nîşan da ku piraniya şêniyên Herêma Kurdistanê serxwebûnê dixwazin. Hemû cîhan û Iraq jî vê dizanin. Lewma bila em êdî gengeşê li ser serxwebûnê nekin. Her kes dizane arezûya we ya demdirêj çi ye. Niha karê we ew e hûn dirêjahiyê bidin rewşa nîv serxwebûnê di nav Iraqê de.
Bi nerîna te, wê dewleta Iraqê poşman bibe ji wê statûya daye Kurdan di salên 1991 û 2003an de, bi nerîna te wê Iraq bixwaze rewşa Kurdan biguhere?
Hûn di serdema nû de û piştî Cenga Yekem a Cîhanî di rewşa herî baş de ne. We Destûra Iraqê ya 2005an heye ku hebûna we garantî dike. Rast e destûr vekirî ye û çêdibe bi çend şêweyan bê ravekirin. Karê we ew e hûn zelal bin, rastgo bin, dawî li gendeliyê bînin, bi şêweyên yasayî û zîrek Destûra Iraqê bi kar bînin da ku hûn statûya xwe bi dest bixin wek yekeyeke nîv serbixwe di nav Iraqê de.
Eger hûn van bikin, bi nerîna min dê Iraq we qebûl bike, lê eger hûn kawik û lawaz û parçebûyî bin, erê wê Iraq we biçûktir bike û ber bi nemanê ve bibe. Niha hûn di statûyeke herebaş de ne. Divê hûn berdewam bin li ser bikaranîna Destûra 2005an a Iraqê ji bo mana we û daxwazkirina mafên we yên destûrî yên rewa.
Li gor lêkolînên cenabê te wek profesorekî şareza yê Doza Kurd, niha ti metirsiyek li ser hilweşîna qewareya Herêma Kurdistanê heye, eger heye metirsî çi ye?
Min berê hewl da bêjim gefa sereke li ser we ew e hûn pir lawaz bin, pir dabeşbûyî bin û ewqasî ne zîrek bin ku mafên xwe yên destûrî bi dest nexin di dema miamelekirina bi Bexdayê re. Niha pirsgirêka sereke, petrol û budce ye. Divê hûn bizanin ku pirsgirêka Bexdayê jî ya budceyê heye. Daketina nirxê pertrolê tê wateya ku mumkin e hûn nikarin wê rêjeyê ji pereyên petrola xwe li Bexdayê bi dest bixin ku hûn dixwazin. Lê bêguman divê rêjeyeke baş bigihe destê we. Ev pişta xwe bi we û wê danûstandinê girêdide ku hûn bi Bexdayê re dikin da ku hûn bigihin lihevkirineke dadmend û zelal ku ji bo Erebên Iraqê û herwiha jib o Kurdan li bakur dadmend be. Bi hev re bixebitin û hewl nedin hûn hîleyan li hev bikin. Bi nerîna min, rêz di navbera we de heye û bi baweriya min serokwezîrê nû yê Iraqê Mistefa Kazimî mirovekî dadmend e. Keseke ku hûn dikarin pê re kar bikin. Divê hûn jî nîşanî wî bidin ku hûn dixwazin bi wî re bixebitin ji bo dabeşkirineke dadmend a budceyê.
Tiştê gef pê tê kirin ji bo hilweşandina qewareya Herêma Kurdistanê, radestkirina petrol û dahatên wê bo hikûmeta federal a Iraqêye. Bi baweriya we, divê Herêma Kurdistanê petrola xwe radestî Bexdayê bike?
Na. Madeyên 110, 111 û 112 ên Destûra Iraqê, bi taybetî benda duyem a madeya 112an, dikare wisa bê ravekirin ku curekî ji xwedîdariya zeviyên petrolê yên nû dide Herêma Kurdistanê. Ango ew zeviyên petrolê yên ku piştî 2005an li jêr kontrola Herêma Kurdistanê ne, mebest zeviyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ne. Ango bingeha we ya destûrî heye da ku hûn daxwaza rêjeyeke taybet ji berhema petrolê bikin û divê hûn daxwaz bikin. Mafê we yê destûrî ye hûn daxwaza wê petrolê bikin ku hûn bi xwe berhem tînin. Ji aliyekî din ve jî, ji sînor dernekevin, wisa dernekevin ku hûn dixwazin xwe bi ser Bexdayê de çeng bikin û bi ziyana Bexdayê bi welatên din re reftar bikin. Çimkî wek nimûne; berî giştpirsiyê, Herêma Kurdistanê mijûlî rakişana boriya petrolê bû ji Kerkûkê rasterast bo Tirkiyê. Bi baweriya min, vê Bexda hêrs kir. Çimkî hûn pir dûr çûn. Divê hûn wisa nîşan bidin ku her tiştî bi Bexdayê re parve dikin. Lê bi wateya ku hûn beşek ji petrolê ji xwe re bihêlin û hemûyî radestî Bexdayê nekin. Her tiştî nedin Bexdayê.
Eger em hemû petrolê radestî Bexdayê bikin, em bendewariya çi ji Bexdayê bikin, wê çi biqewime?
Ez dîsa şîretê li we dikim hemûyî radestî Bexdayê nekin. Ev dê bibe gaveke çewt ji bo berjêrbûna Herêma Kurdistanê ber bi rewşeke xerab ve. Tu dibêjî petrol ji we re giring e, ez hevnerîn im. Divê hûn li gor destûrê daxwaza mafên xwe yên rewa bikin. Li gor madeya 112an a Destûra Iraqê, benda duyem, hûn dikarin bêjin mafê we ye hûn dest deynin ser wê petrola ku li wan zeviyên petrolê tê berhemanîn ku piştî 2005an hatine kolandin. Tu dizanî eger niha Herêma Kurdistanê serxwebûnê ragihîne dê bibe yek ji deh dewletên mezin ên berhemhênerên petrolê li cîhanê. Hûn di statûyeke baş de dibin eger li hember Bexdayê sade bin, lê di danûstandinan de serhişk bin.
Profesor Dr. Michael Gunter, mamosteyê zanistên siyasî ye li Zanîngeha Tennessee li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Wî cara yekem sala 1995an serdana Herêma Kurdistanê kir. Çend panel û semînar derbarê pirsgirêka Kurdan pêşkêş kirine, herwiha beşeke mezin a jiyana xwe ji bo lêkolîn û nivîsîna derbarê Kurdan terxan kiriye. Nêzîkî 100 lêkolîn û pirtûkan derbarê Kurdan nivîsiye.
Zanyariyên wî yên berfireh û çavdêriya wî ya hûr bo Pirsa Kurd wisa kiriye hertim nîşe û têbîniyên wî derbarê pirsgirêka Kurdan û siberoja wan cihê giringiyê bin.
Rudaw
