• Sunday, 08 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî cejna Qurbanê li Mislimanan pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî cejna Qurbanê li Mislimanan pîroz dike
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiya cejna Qurbanê li Muslimanên Herêma Kurdistanê û cîhanê dike û bi vê boneyê peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: Hêvîdar im cejin bikin derfeta kûrkirina zêdetir a giyanê lêborînî, tebayî û pêkveyî pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê, hewlên hemû aliyên me yên ji bo nehiştina nakokiyan, bigihe serkeftina yekcarî.

Deqa peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Cejna Qurbanê li malbat û kesukarên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman, li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê, her wiha li hêzên navxweyî, pizîşkan û karmendên tendirustiyê û sazî û damezraweyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê ku ji bo parastina canê welatiyan rûbirûyê pejika virusa Korona bûne, bi germî pîroz dikim.

Hêvîdar im cejin bikin derfeta kûrkirina zêdetirê giyanê lêborînî, tebayî û pêkveyî pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê, hewlên hemû aliyên me yên ji bo nehiştina nakokiyan, bigihe serkeftina yekcarî. Kurdistaniyan piştrast dikim ku bi vê navê da berdewam dibîn û divê em hemû aliyek şiyanên xwe yek bixîn û pêkve kar bikin ji bo çareserkirin û derbaskirina qeyran û giriftan û mîsogerkirina maf û hêjayên destûriyan û parastina pêgeh û qewareya Herêma Kurdistanê.

Bi rêz û pêzanîneke mezin li xweragirî û bîhnfirehiya Kurdistaniyan dinêrim ku ji ber pejika virusa Korona û encamên wê yên aborî ve, rûbirûyê qeyran û dijwariyê wê dibin, hêvîdarim em cejnên xwe yên paşerojê li xweşî û bexteweriyê de pîroz bikin, me dijwariyan derbas kiribe û asoyekî geş bi rûyê Kurdistanê da vekirîbe. Her wiha hêvîdarim em hemû rêkarên tendirustiyan û xweparêziyê li ber çav bigrin.

Cejna me hemûyan pîroz be, hemû salek bi xweşî be, aştî û aramiyê ji bo Kurdistan, Iraq û navçe û cîhanê û tevahiya mirovayetiyê dixwazim.

Nêçîrvan Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê
30/07/2020

K24
Top