Erkê Konsulê Giştî yê Koreya Başûr temam bû û xatir ji Serokê Hikûmetê xwest
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi boneya dawî hatina erkê wî yê li Herêma Kurdistanê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr kir
Îro 11.05.2026ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya dawîhatina erkê wî yê li Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Konsulê Giştî yê Koreya Başûr li Herêma Kurdistanê Seung-chul Li kir.
Serokê Hikûmetê spasiya Konsulê Giştî yê Korêya Başûr kir ji bo wê dema ku kar ji bo bihêzkirina peywendiyên dostane yên di navbera Herêma Kurdistanê û Korêya Başûr de kiriye. Serokê Hikûmetê her wiha pêzanîna xwe ji bo piştgirî û hevkariya hikûmet û gelê Korêyê nîşan da.
Konsulê Giştî yê Korêyê pesnê karwana pêşkeftin, avadanî û çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cihêreng de kir û amaje bi wê yekê kir: "Kurdistan dê her dem di dilê min de be."
Basnews
