Şerq El-Ewset: Elî Zeydî rûbirûyî astengiyeke mezin bûye
Li gorî raporeke bi hûrgilî ya rojnameya Şerq El Ewset, pêvajoya avakirina hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Elî Zeydî rûbirûyî astengiyeke mezin bûye. Ev yek piştî wê tê ku Îranê vetoya xwe li dijî her hewleke dûrxistina komên çekdar ji kabîneya nû bi kar anî; herwaha heman demê de Waşîngton jî fişareke bêwêne dike ji bo avakirina hikûmeteke ku ji bin bandora Tehranê dûr be.
Rojnameyê eşkere kiriye ku heman demê de li gel gihîştina ji nişka ve ya Fermandarê Hêza Qudsê Îsmaîl Qaanî bo Bexdayê, Tehranê daxwaz ji nûnerên Çarçoveya Hevahengiyê kiriye ku deng nedin hikûmeteke ku ji aliyê Amerîkayê ve hatibe sepandin.
Wek di raporê de hatiye gotin, Elî Zeydî piştî ku di 27ê Nîsana 2026an de hat erkdarkirin, piştgiriyeke mezin ji aliyê Donald Trump ve wergirtiye ku gihîştina wî wek serkeftineke mezin bi nav kiriye.
Waşîngton niha ne tenê dixwaze komên çekdar ji wezaretan dûr bixe, belku dixwaze rê li ber wê yekê jî bigire ku bi rêya nûnerên cîgir, destê wan negihîje çavkaniyên darayî û sektora petrolê. Vê yekê jî wisa kiriye ku Îran bi lez bikeve tevgerê.
Rojname balê dikşîne ser wê yekê ku danûstandin ji ber daxwazên komên çekdar aloz bûne. Bo nimûne; koma Esayîb Ehlil Heq ku 27 kursiyên wan hene, daxwaza Wezareta Petrolê dikin, ku ev yek ji bo Amerîkiyan xeteke sor e. Zeydî pêşniyar kiriye ku hinek wezaret vala bimînin an jî bidin wan komên ku bandora wan kêmtir e, lê vê yekê hêzên nêzîkî Îranê hêrs kirine; ji ber ku ew dixwazin pêgeha xwe di wezaretên serwerî de biparêzin.
Şêwirmendekî payebilind ê Şîe hişyarî daye rojnameyê ku ev hevrikî dibe ku Iraqê bixe nav kemîneke metirsîdar. Yan divê Tehran û Waşîngton bigihîjin rêkeftineke demkî, yan jî ev nakokî dê bi temamî dawî bi berbijêriya Elî Zeydî bîne û Bexda dê rûbirûyî cezayên aborî bibe. Waşîngton niha destwerdanê di hûrgiliyên herî biçûk de dike û agahiyên hûr di destê wan de ne ku çawa komên çekdar dixwazin bi "hîleyan" mercên Amerîkayê derbas bikin.
Di dawiya raporê de hatiye gotin ku Elî Zeydî tenê 30 roj li ber dest in ji bo pêkanîna kabîneya xwe, lê faktora demê li dijî wî kar dike. Çûna bi dehan parlamenteran bo Erebistana Siûdî bi armanca ferza Hecê, metirsiyeke rastîn çêkiriye ku di dema dengdanê de hejmara yasayî ya parlamentoyê temam nebe, vê yekê jî rewş ji bo Serokwezîrê erkdarkirî aloztir kiriye.
Basnews
