• Sunday, 08 February 2026
logo

Civîna civata wezîran bi dawî hat

Civîna civata wezîran bi dawî hat
behsa çend mijarên sereke yên rojevê hate kirin


Roja çarşem civata wezîran ya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokwezîrê Mesrûr Barzanî bi awayeke onlîne hate lidarxistin û piştî civînê jî ev daxuyanî hate weşandin.

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa wê rewşa erênî û hevtêgihîştinê kir, ya ku ji encama giftûgoyên di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de çê bûye, ji bo nehîştina girjiyên navxweyî û bi navê civata wezîran destxweşî li wê giftûgo û hevdîtinan kir, anî ziman ku pêngaveke girîng e ji bo yekrêziyê û piştevaniya zêdetir li Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Piştre, Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi girîngiya amadebûna wezîrên hikûmetê di civîna taybet ya Parlemana Kurdistanê de kir û bi navê Encûmena Wezîran spasiya wan kir ji bo pêşkêşkirina zanyariyan û ronîkirina babetên girêdayî bi pirsên parlemanterên Kurdistanê.

Piştre, wezîrên pêwendîdar pirs û têbîniyên parlemanteran di rûniştina Parlemanê ya rojên 27 û 28ê Tîrmeha 2020an bo Encûmena Wezîran pêşkêş kirin, li ser tewerên taybet bi rewşa navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, rûbirûbûna metirsiyên nexweşiya Koronayê, rewşa aboriya Herêmê û dawî pêşhatên danûstandinên ligel hikûmeta federal.

Herwiha Serokwezîr balkêşande ser dawî encamên guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de û amaje bi wê da, ku guftûgo û danûstandin berdewam in û Hikûmeta Herêmê tekeziyê li pabendbûna bi erkên xwe yên destûrî dike li hember dabînkirina maf û destkeftên destûrî yên Herêmê. Çendîn pêşniyaz jî bo gihîştina bi rêkeftinê hatin pêşkêşkirin û hêvî xwast di nêzîktirîn derfet de, piştî betlaneya cajnê bigihin rêkeftineke hevseng, ku berjewendiya herdu aliyan tê de parastî be.

Encûmena Wezîran tekezî li ser wê kir, di plan û hewlên xwe de berdewam bin bo rûbirûbûna qeyrana darayî û bi taybetî jî dabînkirina destkeftên darayî yên mûçexwaran, ku erkekî wan ê pêşîne ye.

Piştre giftûgo derbarê rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustî yên rûbirûbûna vîrusa Koronayê, bi taybet di rojên cejna Qurbanê de hatin kirin. Encûmena Wezîran odeyên operasyonan raspard ji bo derkirina rêkarên xweparêziyê û rênimayên tendirustiyên yên nû, ji bo parastina jiyan û selametiya welatiyan.

Top