• Sunday, 08 February 2026
logo

Geştên esmanî li balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê destpê dikin

Geştên esmanî li balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê destpê dikin
Wezîrê Veguhastin û Gihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher ji K24ê re ragihand, ji roja 1ê Tebaxê ve geştên esmanî li her du balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê destpê dikin.

Ano Cewher diyar kir, piştî temam kirina amadekariyan û girtina rêkarên tendirustiyê, li ber ronahiya biryara Desteya balefirvaniya sivîl a Iraqê, li Herêma Kurdistanê jî dest bi geştên esmanî ber bi welatên cîhanê ve destpê dikin.

Bi vekirina balefirgehên Hewlêr û Silêmaniyê re, geştên esmanî, tevgera aborî û mirovî di navbera Herêma Kurdistanê û welatên cîhanê de destpê dikin.

Ji destpêka derketina nexweşiya Koronayê li Iraq û Herêma Kurdistan û wek rêkarên xweparaziyê û rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, bi biryara Desteya Balefirvaniya Sivîl ya Iraqê, biryara ragirtina geştên esmanî hatibû dayîn, tenê geştên dîplomatkarên biyanî dihatin kirin.

Basnews
Top