• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî: Bi yekrêzî baştir dikarin kêşeyan çareser bikin

Serok Barzanî: Bi yekrêzî baştir dikarin kêşeyan çareser bikin
dibêje lazime çanda Kurdewarî were parastin
Serok Mesûd Barzanî jiber hatina cejna Qurbanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî raya giştî kir ku ew jî tekesta wê peyamê ye;

Bi navê xwedê mezin û mihriban

Bi minasebeta hatina cejna pîroz ya Qurbanê gerimtirîn pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Pîrozbayî li malbetên serfiraz yên şehîdan, pêşmergeyên qehreman û tevahiya welatiyên hêja dikim û hêvî dikim ew cejna han bibe sedema xweşî, bereket û aştî li Kurdistan, Îraq û deverê.

Di demekê de pêşwaziya cejnê dikin ku gelê me rastî çend metirsiyên mezin yên siyasî, abûrî û tendirostî bûye, ew metirsî û arîşeyên han çavkaniya beşa herî zêde ya wan kêşe û astenganên ku aramiya siyasî û rewşa jiyana xelkê Kurdistanê dikin amanc.

Ji bo derbas kirina wan metirsiyan û ew rewşa dijwar erkê her aliyekê ye ku ber bi yekrêzî, biratî, karê hevbeş û bihêztir kirina çanda bihevre jiyanê gavan bavêje. Rixmî ku gelek spasiya xelkê Kurdistanê dikim ku di nava tevahiya pêvajoyan de li hember metirsî û dijwariyan berxwe daye, cejna Qurbanê jî bi derfet dizanim daku daxwaz ji tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê bikim daku ji bo berejwendiyên bilind yên welat û çareser kirina kêşe û çareserkirina kêşeyan li gel hev û du bicivin,

Lazime ew yek hertim di bîra me de be ku bi yekrêzî kêşeyên heyî baştir tên çareserkirin û di sêya bihevre bûn û yekrêziyê de destkeftên mezin bo gelê me hatine bidestxistin, bêgoman gelê Kurdistanê jî tenê wê yekê ji aliyên siyasî dixwaze, jiber wê çendê daxwaz dikim tevahiya aliyên siyasî xwestek û daxwazên xelkê li ber çav bigirin û di heman demê de jî çanda bilind û zengîn ya Kurdewarî biparêzin û xwe ji gotar û gotinên nebaş li hember hev û du bidûr bigirin.

Herwiha bi wê minasebetê lazime spasiya ked û xebatên karmendên tendirostî, pêşmerge, asayî, polîs û ragehandinê bikim ku ji roja yekem ya belav bûna Koronayê li Kurdistanê de, bo hevkarî kirina xelkê û cîhbicîh kirina şîretên tendirostî û bilind kirina asta hişiyariya tendirostiya xelkê ked û zexmeteke gelek mezin dane, bikim.

Cejna tevahiya aliyan pîroz be, hêviya bextewerî û xweşiyê bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

30 Tîrmeha 2020



Top