• Sunday, 08 February 2026
logo

Lîlwa Ebdula: Tevegra DAIŞê li Dêrazorê di dema Korona de zêde bûye

Lîlwa Ebdula: Tevegra DAIŞê li Dêrazorê di dema Korona de zêde bûye
Berdevka Encûmena Serbazî ya Dêrazorê Lîlwa Ebdula ragihand, operasyona wan li parêzgeha Dêrazorê li dijî şaneyên DAIŞê bi serkeftî birêve çû.

Berdevka Encûmena Serbazî ya Dêrazorê Lîlwa Ebdula ji K24ê re ragihand, operasyona wan li 4 bajarokên Dêrazorê birêve çû û armancên wan ew bû, paqijkirina deverê ji teroristan û jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞê ye.

Diyar kir jî, berî hefteyekê qonaxa duyemîn a operasyona wan bidawî bûbû, ku armanca wê, paqijkirina bajarokên Şihêl, Riz, Bisêra û Hewayic bû.

Got jî, di vê qonaxê de wan karî di operasyona wan a dawî de li Dêrazorê mîrekî DAIŞê û 31 endamên din ên DAIŞê desteser bikin.

Amaje bi wê da, tevgera DAIŞê di vê dema dawiyê de, ji ber belavbûna vîrusa Koronayê li gundewarê Dêrazorê zêde bûbû.

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) roja 17ê vê mehê destpêkirina qonaxa duyemîn a ‘Pêngava Tunekirina Terorê` ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê ragihandibû.

K24
Top