• Sunday, 08 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî wezîrê navxwe yê Îraqê qebûl kir

Nêçîrvan Barzanî wezîrê navxwe yê Îraqê qebûl kir
wezîrê navxwe yê Îraqê îro serdana Hewlêrê kiriye
Duh Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li nivîsîngeha xwe pêşwaziya wezîrê navxwe yê Îraqê Osman Ganimî û şandeke pê re kir.

Di civînê de rewşa ewlekariya Îraqê, metirsiyên terorê, liv û tevgerên DIŞIê li nava Îraq û li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hatin nirxandin û tekez li ser giringiya kontrol kirina sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de behsa rewşa deriyên sînorî yên Îraqê, hevkarî û hemahengiya navbera wezaretên navxwe yên Îraq û Kurdistanê û rewşa wan deverên ku jiber şerê dijî terorê rastî ziraran hatine hate kirin.

Di dawiya civînê de behsa çend mijarên din yên weke zêdetir kirina hevkarî û hemahegniya navbera her du wezaretên navxwe yên Îraq û Kurdistanê hate kirin.
Top