• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî peyameke sersaxî pêşkêşî Serokê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê kir

Serok Barzanî peyameke sersaxî pêşkêşî Serokê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê kir
xuşka wî koça dawî kiriye
Jiber koça dawî ya xuşka Serokê kilîseya Keldanî ya li Îraq û cîhanê Serok Barzanî peyameke sersaxî da Serokê kilîseya Keldanî li Îraq û cîhanê Mar Louis Rofaîl Sako

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Serokê Dêra Kildanî li Iraq û Cîhanê

Birêz Kardînal Mar Louis Rofaîl Sako

Mixabin nûçeya koça dawî ya xuşka we ya birêz xanim (Samire Rofaîl Sako) gihîşt me.

Bi vê minasebetê sersaxiyên xwe pêşkêşî we û malbata we dikim û ‌xwe bi hevbeşê xema we dizanim û ji xwedayê mezin daxwaz dikim xwedê jêraziyê bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û hedar û aramiyê bide we,

Mesûd Barzanî

29 Tîrmeha 2020an
Top