• Sunday, 08 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel Konsulusê Koreya Başûr civiya

Serokê herêmê li gel Konsulusê Koreya Başûr civiya
derfetê hêlbirînê bo kompaniyên Korî tê afirandin
Îro li Hewlêrê Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê Koreya Başûr yê li Hewlêrê Choi Kwang- jin kir.

Di civînê de hevdem li gel giftûgo kirin li ser têkiliyên navbera Kurdistan û Koreya Başûr de, her du alî behsa belav bûna Koronayê û bandora Koronayê li ser rewşa giştî ya cîhan û deverê kirin.

Her di heman civînê de behsa çawetiya rûbirû bûna Koronayê, hewldanên heyî yên bi çareser kirina kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hate kirin.

Choi Kwang- jin jiber hewldanên hikûmeta herêma Kurdistanê yên bo çareser kirina kêşeyan li gel Bexdayê stayîşa hikûmeta herêmê kir û her du alî tekez li ser afirandina derfeta hêlbirînê bo kompaniyên Koreya Başûr li Kurdistanê de kirin.
Top