• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlamenterê HDP: Dijminatiya li hemberî Kurdan sînor derbas kiriye

Parlamenterê HDP: Dijminatiya li hemberî Kurdan sînor derbas kiriye
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz mijara êriş û kuştinên sivîlan ên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve, bir parlamentoya wî welatî. Huseyîn Kaçmaz dibêje dijminatiya li hemberî Kurdan sînor derbas kiriye û li Bakur, Rojava, Başûr û her derê dijminatiya Kurdan tê kirin.

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di civîna parlamentoya Tirkiyê de têkildarî êriş û kuştina sivîlên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve axivî.

Huseyîn Kaçmaz bombebarana 25ê Hezîrana 2020an a Tirkiyê bo ser Seyrangeha Kunemasî ya girêdayî Şarbajêr a Silêmaniyê bibîr xist ku kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 6 welatiyên sivîl jî birîndar bûbûn.

Kaçmaz wêneyê endamên malbata ku di encama wê êrişa asmanî ya Tirkiyê de birîndar bûne rakir û da zanîn ku ji wê malbatê, dayikê lingê xwe ji dest daye, bav, kur û keça xwe birîndar bûne û hêj di nav laşê wan de perçeyên bombeyan mane.

Kaçmaz herwiha da zanîn ku perçeyên bombeyê dê heta hetayî di serî wî zarokê birîdar bûye de bimînin, ew yek dikare bibe sedema felça mejî ya wî zarokî.

Di dema axavtina Kaçmaz de, beşek ji parlamenteran li hemberî wî dengê xwe bilind kirin û xwestin axavtina wî bibirin.

Li ser vê yekê Parlamenterê HDPê jî got: “Em ji we re behsa çareseriyê dikin, lê hûn daxwaza xwîna zêdetir dikin. Dijminatiya we ya li hemberî Kurdan êdî sînorên xwe derbas kirine. Li Rojava, Bakur, Başûr û li her derê hûn dijmintiya Kurdan dikin. Dawiya desthilatdariya we hate û gel dê ji we hesab bixwaze.”

Ev yek di demekê de ye ku artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li nav axa Başûrê Kurdistanê êriş xwe zêde kirine û di encama operasyon û êrîşên asmanî yên wê dawiyê yên Tirkiyê de, heta niha hejmarek welatiyên sivîl ên Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Rudaw
Top