• Sunday, 08 February 2026
logo

Serok Barzanî û wezîrê navxwe yê Îraqê civiyan

Serok Barzanî û wezîrê navxwe yê Îraqê civiyan
behsa rewşa ewlekarîya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kirin
Îro Serok Barzanî li nivîsîngeha xwe ya li Pîrmamê pêşwaziya wezîrê navxwe yê Îraqê Osman Ganimî û şandeke pê re kir.

Di civînê de behsa rewşa ewlekarî ya Îraqê bi giştî û ya deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê hate kirin û her du alî tekez li ser hemahengî û karên hevbeş di warê ewlekarî û asayîşê de bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê kirin.

Tê zanîn wezîrê navxwe yê Îraqê îro serdana Hewlêrê kiriye û li gel wezîrê navxwe û Serokê herêma Kurdistanê civiya û pişt re jî li gel Serok Barzanî civiya.
Top