Îraqê pabendbûna xwe bi rêkkevtina li gel Tirkiyê helawîst
Deqa beyannameya wezareta derve ya Îraqê:
Îraq bi cidî pabende bi wan rêkkevtin û bîrnameyên li gel welatên cîhanê wajû dike di çarçoveya veghuhertina berjewendî û bihêzkirina hevkarîyên dû alî.
Berê jî, li sala 2009ê bîrnameyeka ji hev têgrhiştina konsulgerînîyê li gel Komara Tirkiyê wajû kir, di naveroka wê de, tekez li ser wê yekê hatîye kirin, ku ew geştyarên ji herdû welatan bi rêya hişkayê ve seredana welatên hev dû dikin, vîzayê li derîyên sinûrî werdigirin bê ku vegerin bo konsulxane û balyozxaneyan. Ev jî wek sanahîkirina hatinûçûnê di navbera herdû welatan de. Lê alîyê Tirkiyê karkirin li gor naveroka wê bîrnameyê rawestand, lew hikumeta Îraqê jî biryar da, pabendbûna xwe bi wê bîrnameyê rawestîne û helawîse, ev jî li ser binema ya cêbicêkirina pêngawvên wek hev û hev şêwaz.
Her di evê çarçoveyê de, wezareta dereve ya Îraqê balyozxane ya me li Enqereyê ji evê biryarê haydar kirîye; daku bizanin û alîyên peywendîdarên Tirkiyê agahdar bike, herweha me balyozxane ya Tirkiyê li Bexdayê jî, ji evê biryarê agahdar kirîye.
Hevdem danûstandinên me li gel Tirkiyê bo dûbarekirina evê bîranameyê berdewam in.
Wezareta Derve ya Îraqê
Bexd
328/7/2020
K24
