• Friday, 08 May 2026
logo

Li Midyadê pevçûna bi kêran: Kesek hat kuştin

Li Midyadê pevçûna bi kêran: Kesek hat kuştin

Li navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, di pevçûnê du aliyan de kesek bi kêrê hat kuştin.

Li taxa Bahçelîevlerê ya navçeya Midyadê doh di navbera du aliyan de ji ber sedemeke nediyar pevçûn derket.

Di encama pevçûn de welatiyê bi navê Nîhat Bîlgîçê 46 salî bi kêrê birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Nîhat Bîlgîç bir Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û polîs ji bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatan kir.

 

 

Top