Kiliçdaroglu: Ez soz didim pirsgirêka kurd çareser bikim!
Serokê Giştî CHPê Kemal Kiliçdaroglu duhî di civîna firaksyona partiya xwe de li Parlamentoya Tirkiyê axivî.
Kemal Kiliçdaroglu amaje kir ku eger li Tirkiyê bibin desthilatdar dê destûreke nû amade bikin û ew destûr dê di berjewendiya her kesî de be û got: “Divê destûr baweriyê bide mirovan. Îro dadwerî û parlamento di bin hejmoniya sarayê de ne. Divê em wê hejmoniyê rakin.”
Kiliçdaroglu, herwiha soza çareserkirina pirsgirêka kurd da û got: “40 sal in pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin. Sedema ku ev 40 sal in nayê çareserkirin kî ye? Ev 40 sal in otorîteya siyasî pirsgirêka Kurd çareser nekiriye. Niha hêzên desthilatdar ên rojavayî vê pirsê li dijî berjewendiyên Tirkiyê weke amûrekê dibînin. Ez soz didim ku vê pirsgirêkê li gor stantardên demokratîk û di çarçoveya serxwebûna Tirkiyê de çareser bikim.”
Serokê Giştî CHPê herwiha anî ziman ku eger ew bibin desthilatdar dê qanûnên hilbijartinê biguherînin û dê benda hilbijartinan jî rakin.
Ev yek di demekê de ye ku CHP ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li ser raporeke nû dixebite.
Roja roja Şemiyê (25 Tîrmehê) CHPê li Enqerê 37emîn kongreya xwe encam dabû û Kemal Kiliçdaroglu dîsa weke Serokê CHPê hatibû hilbijartin.
Basnews
