Caggins li ser veguhestina hêzên Amerîkî bo Kobaniyê daxuyanî da
HSD û Hevpeyamaniya Navdewletî, têkildarî encamên operasyonên dijî DAIŞê û hevkariyên wan ên li Rojavayê Kurdistanê civîneke rojnamevanî ya hevbeş saz kirin.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî li Dijî DAIŞê Myles Caggins ji Rûdawê re piştî civîna rojnamevanî ya hevbeş ragihand ku serbazên wan bi hevbeşî li gel HSD kar dikin heya ku DAIŞê têk bibin. û
Myles Caggins diyar kir ku ew alîkariyên weke pêşkeşkirina kelûpelên pijîşkî bo rûbirûbûna koronayê, piştevaniya çandiniyê bo cotkran û bi hêsanê destên wan bigiheje avê dikin.
Bi gotina Caggins Hevpeymaniya Navdewletî alîkariya berevaniya şaristanî kiriye da ku xelkê deverê kerta çandiniyê pêş bixin û rê li ber agirê ku bi genim û ceh dikeve bigrin.
Caggin diyar kir ku niha Hevpeymaniya Navdewletî ti pilaneka wê nîne ku hêzên xwe veguhêze navçeyên Kobaniyê, lê ew dikarin piştevaniya HSD bikin heya ku operasyonên serbazî ji derveyî Hesekê û Dêrezorê li dijî DAIŞê encam bide.
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî dibêje: “Em ê parekê zêde bo rêkxistinên ne hikûmî dabîn bikin, heya ku ew jî alîkariya civakên li bakur û navçeyên din yên bakurê Sûriyê bikin. Weke mînak li vê dawiyê me pirtûk bo xwendekarên dibistanên Kobanî û Reqayê kirîn. Tevî ku serbazên me jî li wê derê nebûn, van pirtûkan bigehînin, lê me ew alîkarî bi rêya hêzên Sûriya Demokratîk re geiandine xelkê wê navçeyê.
HSD: Piştevaniya hevpeymaniyê ji bo me berdewam e
Di civîna rojnamevanî de Berdevkê HSDê Kîno Gabrîel diyar kir ku hevkariya di navbera wan û hevpeymaniya navdewletî de di ware leşkerî, lojîstîk û veguhestina agahiyên îstîxbaratê de berdewam e.
Kîno Gabrîel da zanîn ku hêzên hevpeyamniyê piştevaniya aborî û xizmetguzariyê pêşkeşî herêmên di bin kontrola wan de ye dike.
Gabrîel da zanîn ku Tirkiye pabendê agirbesta piştî êrişên li ser Serê Kaniyê û Girê Spî ku bi Rûsya û Amerîkayê re îmze kiribû nabe.
Berdevkê HSDê bang li civaka navdewletî kir ku li hemberî binpêkiririnên li dijî herêmên di bin kontrola wan de ye, rola xwe bi cih bînin.
Rudaw
