• Sunday, 08 February 2026
logo

DIŞIê Fermandareke din yê Îraqê kuşt

DIŞIê Fermandareke din yê Îraqê kuşt
li gel wî 2 leşker û Efserek jî hatine kuştin
Li gor çapemeniya Îraqê Fermandarê han duhê di êrîşeke DIŞIê de hatiye kuştin.

Çapemeniya Îraqê li ser zarê jêderên ewlekarî yên artêşa Îraqê belav kir ku duhê di operasiyoneke li dijî terorîstên DIŞIê li parêzgeha Enbarê de Fermandarê lîwaya 29 ya piyade ya artêşa Îraqê Ehmed lamî hatiye kuştin.

Li gor heman jêderan, di êrîşa terorîstên DIŞIê de ji bilî wî Fermandarê, Efserek û du leşkerên din yên artêşa Îraqê li bajarokê Hît ya li parêzgeha Enbarê hatine kuştin.

Top