• Sunday, 08 February 2026
logo

Parlemanterê CHPê: Pirsa Kurdî, tenê bi pirsa ziman çareser nabe

Parlemanterê CHPê: Pirsa Kurdî, tenê bi pirsa ziman çareser nabe
Parlemanterekî CHPê radigihîne, CHP pirsa Kurdî pirseke bingehîn dibîne û divê bi beşdariya hemû aliyan bi riya Parlemanê were çareserkirin.

Partiya Komarî ya Gel (CHP) ku 37emîn kongreya xwe girê dabû û diyar ku ew xwe amadeyî çareserkirina Tirkiyê û di nav da pirsa Kurdî bi awayekî şaristanî û modern dike. Di wê derbarê de Parlemanterê CHPê yê Enqerê Nihat Yeşil ji K24ê re ragihand, çarekirina pirsgirêkên civakê ji berpirsatiya partiyên siyasî ne, CHP jî partiyeke bingehîn ya Tirkiyê ye, CHP hewl dide hemû pirsgirêkên Tirkiyê yên aborî, civakî, tendirustî û çandî çareser bikin.

Yeşil diyar kir: Niha cîhan bi vîrusa Koronayê rûbirû ye û pirsgirêkên civakî yên mezin hene, ji ber wê divê em di vê demê de pirsgirêkên netewî çareser bikin. CHPê jî kongreya xwe di vê demê de girê da û niha erkê sereke yê CHPê, careserkirina van pirsgirêkan e.

Di derbarê CHPê de got: Em dixwazin partiya me bibe partiyeke sosyal demokrat, ne tenê bi gotinan, belkû di hemû mafên bingehîn û demokrasî de. Armanca me ew e, hemû nirx û pîvanên demokrasiyê li xwe bigirin. Me li ser 13 xalên bingehîn danezan belav kirin, ku ew ji bo aştî û lihevhatina civakê ne, li ser wê bingehê jî em dibêjin, em partiyeke sosyal demokrat in.

Herwiha got jî: Hin partî hene xwe liberal nîşan didin û behsa azadiyan dikin, lê bi demê re dibin diktator, bi taybet piştî referandumê Tirkiye rûbirûyî sîstemeke din bû, ku nimûneya wê li cîhanê nîne.

Li ser çareserkirina pirsa Kurdî li Tirkiyê, Parlemanterê CHPê got: Pirsa Kurdî, pirsgirêkeke bingehîn a Tirkiyê ye. Hemû partî ji çepgiran bigire û heta rastgiran, dibêjin emê pirsa Kurd çareser bikin, lê di dîrokê de ti carî pirsên civakê ji aliyê partiyên newlîberal û rastgir ve nehatine çareserkirin. Partiyên sosyalist, sosyal demokrat, yan demokratan ev pirs çareser kirine.

Herwiha berdewam kir: Dibe di daxuyaniya me de bi awayekî aşkere pirsa Kurdî wek pirseke sereke nîşan nedaye, lê sedemên wê yên aborî, civakî, çandî hene, ji berê divê bi beşdariya hemû aliyan di bin banê Parlemanê de were çareserkirin.

Li ser helwesta CHPê a di debarê zimanê Kurdî bibe zimanê perwedê de jî got: Em pirsa Kurdî tenê wek pirseke çandî nabînin, zimanê dayikê mafekî gerdûnî û pîroz e. Tenê bi çareserkirina pirsgirêka ziman, ev pirsa Kurdî çareser nabe, heger azadî, demokrasî nebin. Piştî damezirandina Komara Tirkiyê, ev pirs bûye pirseke bingehîn, çendî zext û fişar li wan hatiye kirin, lê wan zimanê xwe di hemû warên jiyanê de zimanê xwe bikar anîne, ti kes nikare wan mafan binpê bike. Bi fişaran nekarîne çareser bikin, berûvajî wê, birîn hatine kûrkirin.

Parlemanterê CHPê diyar kir: Li Tirkiyê demokrasî nehatiye rûniştin, ji ber wê jî stem û zor li xelkê hatiye kirin, lê CHP dixwaze vê pirsê çareser bike, lê ti carî negotiye em welatekî ji Tirkiyê cuda bikin û ava bikin.

K24
Top