• Wednesday, 06 May 2026
logo

D. Xezal Uzêr Hostanî, Rêvebera Giştî ya Karûbarên Aborî û Girêbestan li Wezareta Samanên Siruştî: Bêyî navbirina axa Kurdistanê, dîroka enerjiyê li herêmê kêm dimîne, ji ber ku yekem bîra neftê ya tevahiya Rojhilata Navîn li vê axê hat kunkirin.

D. Xezal Uzêr Hostanî, Rêvebera Giştî ya Karûbarên Aborî û Girêbestan li Wezareta Samanên Siruştî: Bêyî navbirina axa Kurdistanê, dîroka enerjiyê li herêmê kêm dimîne, ji ber ku yekem bîra neftê ya tevahiya Rojhilata Navîn li vê axê hat kunkirin.

D. Xezal Uzêr Hostanî, Rêvebera Giştî ya Karûbarên Aborî û Girêbestan li

Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di guftûgoya vê carê ya
"Bazneya Guftûgoyê" de (bi sernavê: Girîngiya enerjiyê di dariştina stratejiya
hevkêşeyên siyasî yên herêmê de), dîtin û pêşniyarên xwe bi vê awayî pêşkêş
kirin:

Di cîhana hemdem a îro de, têgeha enerjiyê ji çarçoveya teng a wekî kalayeke
bazirganî û aborî derketiye û rehendeke jeopolîtîk a kûr wergirtiye. Enerjî êdî
ne tenê amrazek e bo karkirina kargehan, belku bûye zimanekî bêdeng ê
dîplomasiyê û kartekî fişarê yê bibandor di dema nakokiyên tund ên navdewletî
de. Ji vê perspektîfê ve, her aliyek an dewletek ku bikaribe dest deyne ser
çavkaniyên berhemhênanê an rêrewên stratejîk ên veguhastina enerjiyê, bi kiryar
dibe xwediyê "hêza biryarê" û dikare arasteya bûyerên siyasî bi qazanca xwe
biguherîne.

Di sedsala bîst û yekem de, rastiyeke hinkarnekirî heye ku hevkêşeyên siyasî êdî
tenê li ser bingeha îdeolojî û bîrubaweran nayên dariştin, belku têgeha
"Ewlehiya Enerjiyê - Energy Security" bûye navend û bingeha sereke bo her cure
rêkkeftin an nakokiyekê. Ewlehiya enerjiyê ne tenê dabînkirina pêdiviyan e,
belku wekî mertalekî stratejîk e bo parastina qewareyên siyasî. Ew welat û
herêmên ku dikarin bi durustî û bi dîtineke nîştimanî siyaseta enerjî û
samanên xwe yên siruştî birêve bibin, dibin xwedî pêgeheke bihêz di nav
hevkêşeyên herêmî û cîhanî de û dikarin samanên xwe wekî amrazekî siyasî bo
parastina serweriya ax û gelê xwe bikar bînin.

Enerjî û Dariştina Siyaseta Navdewletî

Enerjî bi giştî û çavkaniyên wekî neft û gazê bi taybetî, wekî du stûnên
bingehîn û sereke bo aboriya cîhanê têne hesibandin. Li gorî data û amarên
malpera amarî ya cîhanî (Statista), miqdara bikaranîna rojane ya neftê (Daily
Oil Consumption) di sala 2025an de gihîştiye 105 milyon bermîlan, herwiha bo
sala 2026an texmîn û pêşbînî nîşan didin ku ev miqdar bo 106 milyon bermîlan di
rojê de bilind bibe.

Ev daxwaza zêde û bê rawestian wiha kiriye ku ew welatên xwedî çavkanî û yedekên
mezin ên enerjiyê ne, wekî welatên Kendavê, Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên
Amerîkayê, roleke bibandor û yekalker hebe di dariştina nexşeya siyasî ya
cîhanê de. Li vir diyar dibe ku enerjî tenê babetekî aborî û bazirganî nîne,
belku guheriye bo rehendeke jeopolîtîk û stratejîk ku dikare wekî amrazekî
fişara siyasî bê bikaranîn.

Rojhilata Navîn û Pêgeha Stratejîk di Ewlehiya Enerjiya Cîhanî de

Navçeya Rojhilata Navîn wekî yek ji girîngtirîn û dewlemetirîn cemserên
jeopolîtîk ên cîhanê tê hesibandin, ku ev pêgeha taybet jî di pileya yekem de
deyndarê wê panitahiya berfireh û yedeka mezin a samanên siruştî ye. Li gorî
amar û raportên cîhanî yên kompanyaya BP, miqdara yedeka selmêndraw a neftê
(Proven Oil Reserves) di vê navçeyê de di navbera 800 bo 850 milyar bermîlan de
tê texmînkirin. Ev jî bi wê wateyê ye ku Rojhilata Navîn kilît û bizoênerê
sereke yê tevahiya pîşesaziyên cîhanî ye.

Ev dewlemendiya bêwêne wiha kiriye ku navçeya bibe navenda rakêşana bala
zilhêzên cîhanî û welatên xwedî pîşesaziya mezin, ku berdewam hewl didin bi
rêya hevpeymantî an nakokiyan berjewendiyên xwe yên stratejîk di vê navçeyê de
biparêzin. Ji vir diyar dibe ku piraniya hevkêşeyên siyasî û guherînên
dîplomasiyê, di bingeh de li ser bingeha "ewlehiya enerjiyê" hatine dariştin,
bi awayekî ku kêşeya enerjiyê gelek caran dibe sedema sereke bo hilgirsandina
cengan an kûrkirina qeyranên siyasî.

Iraq û Herêma Kurdistanê

Dîroka enerjiyê li navçeya Rojhilata Navîn bêyî navbirina axa Kurdistan û Iraqê
temam nabe. Seretaya dîtina vê "zêrê reş" vedigere bo serdemê deshilata
Împeratoriya Osmanî, dema ku yekem bîra neftê li tevahiya Rojhilata Navîn li
navçeya "Çiya Sûrx" hat kunkirin, ku dikeve sînorê Kurdistana Başûr û li nêzîkî
sînorên niha yên Îranê. Ev wekî yekem çexmaxeya nakokiya jeopolîtîk li ser vê
axê tê hesibandin. Piştre û piştî Cenga Yekem a Cîhanê û dardanîna nexşeya
navçeyê û damezrandina dewleta Iraqê, werçerxaneke mezin di sala 1927an de rû
da, ew jî dîtina neftê bû di bîra "Babe Gurgur" de li parêzgeha Kerkûkê. Ev
rûdaw ne tenê aboriya Iraqê guherî, belku Kerkûk kir navenda nakokiyeke
navdewletî û navxweyî ku heta îro jî bandorên wê berdewam in.

Neft wekî Amrazê Hikûmranî: Serdemê Beis û Xomalkirin

Bi dirêjahiya dîroka siyasî ya Iraqê, neft her dem karakterê sereke bûye di
dariştina biryarên siyasî de. Hizba Beis di sala 1972an de biryara "Xomalkirina
Neftê" da, ku dahateke xeyalî bo xezîneya dewletê vegerand, lê li şûna ku ev
samana mezin bo avedankirin û xweşguzeraniya welatiyan bê bikaranîn, di bin sîya
hikûmraniyekî dîktatorî de, hat guherîn bo kirîna çek, barût û tamahiyên
serbazî. Di encam de, neft bû sûtemeniya cengên wêranker ên Iraqê dijî cîranên
wê (Îran û Kuweyt) û amrazek bo srînewe û wêrankirina Kurdistanê bi rêya enfal û
kîmyabaranê. Li vir neft ji "nîmetekê" guherî bo "nefretekê" ku jêrxana mirovî û
aboriya welat wêran kir.

Iraqa Niha: Dewleta Reyî (Rentier State)

Di niha de aboriya Iraqê bi awayekî metirsîdar û bi rêjeya zêdetir ji 90% pişt
bi dahata neftê dibestê. Ev wiha kiriye ku Iraq bibe nimûneya "Dewleta Reyî -
Rentier State", wate dewletek ku tenê li ser firotna çavkaniyên siruştî dijî û
kertên din ên wekî çandinî û pîşesaziyê piştguh xistiye. Herêma Kurdistanê wekî
karakterekî çalak, rojane 250 hezar bermîl berhem dianî, ku 50 hezar bo navxwe
û 200 hezar bermîl jî bi rêya kompanyaya SOMO û li gorî rêkkeftinan dihatin
hinardekirin.

Gerooa Hurmiz: Şahdemara Aborî di Ber Metirsiyê de

Yek ji mezintirîn herreşeyên stratejîk bo ser Iraqê, pirsa "Tengava Hurmiz -
Strait of Hormuz" e. Ev tengav şahdemara jiyana aboriya Iraqê ye, ji ber ku
piranîya nefta Iraqê ji wir derbas dibe. Her cure naseqamgiriyek an girtina vê
rêrewa navdewletî, wate birîna çavkaniya bijîviya bi mîlyonan welatiyên Iraqê.

Encam: Enerjî di Navbera Hêza Geşepêdanê û Agirê Nakokiyê de

Di dawiyê de, em dikarin bêjin: Enerjî li Iraq û Herêma Kurdistanê şûrekî du-dev
e. Di dariştina stratejiya nû ya navçeyê de, enerjî dikare bibe hêzeke avaker bo
geşepêdana jêrxanê û dabînkirina jiyaneke şayiste, heger bi jîriya siyasî û dûr
ji destwerdana derekî bê birêvebirin. Samanên siruştî an dibin "sûtemenî" bo
bizoênerê aborî, an jî dibin "agirek" ku hemû navçeyê disotîne. Çarenivîsa
nifşên dahatû bi wan biryarên stratejîk ve girêdayî ye ku îro derbarê enerjiyê
de têne dan.

Top