Hamdî Şengalî, Alîkarê Midûrê Kompanyaya SOMO: Hişmendiyeke siyasî li Bexdayê dixwaze bi her bihayî be dîrokê paş ve bizivirîne û desthilatên destûrî yên Herêmê desteser bike.
Hamdî Şengalî, Alîkarê Midûrê Kompanyaya Kirîv û Firotina Petrolê ya Iraqê
(SOMO) ye. Di gotûbêja vê carê ya «Bazneya Gotûbêj» de (Girîngiya enerjiyê di ji
nû ve dariştina stratejiya hevkêşeyên siyasî li navçeyê de), bi vî rengî dîtin,
nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman:
Çûna min bo Bexdayê wek alîkarê midûrê kompanyaya SOMO û beşdarbûna min di
gotûbêjên taybet bi dosyeya neft û gazê de, dergehekî nû ji bo fêmkirina
rastiya nakokiyan û cureyê wê hişmendiya ku li navenda biryara Iraqê de hikum
dike, ji min re vekir. Di yekemîn civîna fermî de derbarê yasaya neft û gazê,
tiştê ku wek mijara sereke û serdest min hîs kir, dubarebûna bêzarker a têgeha
«merkezîbûnê» (navendîbûn) bû; peyvek ku ne carekê, lê bi dehan caran bi
mebesta paşekşê ji binemayên federalîzmê dihat dubarekirin.
Ev nêrîna merkezî ne tenê aliyê Kurdî, lê belê dengên nerazî yên navxweya Iraqê
jî hêrs kiribûn. Li wir min dît ku ka çawa «Esed Îdanî», parêzgarê Besrayê, bi
tundî li dijî şêwirmendê serokwezîr sekinî û jê re got: «Em di sala 2003an de ji
ber wê yekê rejîmê guhart, da ku dawî li wê merkezîbûnê bînin ku hemû desthilat
di yek cihî de kurt kiribûn.» Ev nîşan dide ku li Bexdayê hişmendiyeke siyasî
kar dike ku dixwaze bi her bihayî be dîrokê paş ve bizivirîne û desthilatên
destûrî yên Herêmê û parêzgehan desteser bike.
Ji aliyekî din ve, ev ezmûn nîşan dide ku em wek Herêma Kurdistanê, tevî
hewîldanên xwe, di warê gihandina peyamên xwe de rastî cureyek «keteriya
(îzolasyona) medyayî» hatine. Gotara me ya ragihandinê tenê berê wê li navxwe
ye û bi zimanê Kurdî ye, di demekê de ku li Bexda û kolana Iraqî de, artêşeke
medyayî li dijî mafên me yên destûrî kar dike. Em xwedî dozeke rewa ne, lê me
nekariye berevaniyeke bandordar bikin, ji ber ku bi zimanê Erebî û bi şêwazekî
ku hemwelatiyê Iraqî jê fêm bike, me rastî raber nekirine. Ji ber wê, erkê me yê
niha ew e ku gotarek medyayî û siyasî ya nû deynin ku bikaribe dîwarên Bexdayê
bibirre û mafên me wek mafekî nîştimanî û destûrî ji bo hemû Iraqiyan ronî bike.
Kêşeya neft û gazê ya di navbera Herêm û Bexdayê de, tenê nakokiyeke teknîkî ya
li ser jimaran nîne, lê belê kêşeya nebûna yasayeke serdemiyane ye ku mafê her
kesî biparêze. Dema em tekezî li ser pêwîstiya derçûna «Yasaya Neft û Gazê»
dikin, tenê ji bo berjewendiya Herêmê nîne, lê belê bi wê baweriya kûr e ku ev
yasaya xêra wê ji bo tevahiya Iraqê tê de heye. Di rastiyê de, heger ev yasa bi
şêwazekî dadperwerane bê dariştin, mifa û qezenca wê ji bo hemwelatiyên navîn û
bi taybet parêzgehên başûr pir zêdetir dibe ji ya ku ji bo Kurdan dibe. Lê
kêşeya mezin li vir e ku me nekariye vê peyama girîng bigihînin kolana Erebî
ya Iraqî.
Ji ber nebûna gotareke medyayî ya bandordar û têgihîştî ji hişmendiya xelkê
Besra, Emare, Babil û Necefê, valahiyeke mezin çêbûye. Ev valahî rê xweş kiriye
ku medyaya neyar bi hêsanî mejiyê hemwelatiyên başûr bişo û weha bide fêmkirin
ku «Kurd nefta Iraqê ji bo xwe dibin». Di demekê de ku rastî berevajî ye; Kurd
dixwaze di rêya yasayê re mafê her kesî cîgir bike. Ji ber wê, erkê me ye ku
medyayeke me hebe ku bizanibe çawa rastiyan ji bo gundiyekî Besrayê yan ciwanekî
Necefî ronî bike, da ku fêm bikin Kurd çawa muameleyê bi neftê re dikin û çima
hebûna yasayekê ji bo her kesî zerûret e.
Ji aliyekî din ve, dema em li performansa saziyên wek «SOMO» dinêrin, em dibînin
tevî ku mirovên pispor tê de hene, lê hîna negihîştine astekê ku bikaribin di
dema krîzan de îdareyeke serkeftî ya dosyeya enerjiyê bikin. Bo nimûne, cihê
daxê ye ku rêvebirê SOMO şanaziyê bi firotina yek milyon ton nefta reş bike, di
demekê de ku di îdarekirina firotina 3 milyon û 600 hezar bermîlan de bêçare
bin. Ev nîşana şikesta îdarî ye di rewşên dijwar de, ji ber ku di dema asayî de
her kes dikare bibe rêvebir.
Xala duyem: Dema em ji nêzîk ve li nav cergera bûyeran û navenda biryara siyasî
li Bexdayê dinêrin, rastiyeke tal ji bo me derketiye, ew jî ew e ku hebûna me
wek Kurd li wir, zêdetirî wê yeka ku naskirineke rastîn be bi şeraketa me,
cureyek e ji «xwesepandina waqiî». Ez bi eşkereyî dibêjim: Heger li gorî xwestek
û hişmendiya serdest a li wir be, pê xwaş e ku em ti hebûn û bandoreke me nebe.
Kêşe tenê di nakokiya siyasî ya sade de nîne, lê belê di cureyê muamelekirinê de
ye; ew bi tu awayî amade nînin wek şerîkekî rastîn teahumilê bi me re bikin.
Ez di gelek qonaxan de neçar bûm hebûna xwe ferz bikim, bi taybet di îdareya
kompanyayan û civînên stratejîk de, tenê ji bo ku bizanim çi diqewime û çi plan
li dijî me, yan ji bo berjewendiyên me têne danîn. Pêwîst e di her civîneke
îdarî û biryareke çarenûssaz de deng û rengê Kurd hebe, nexwe em ê bi hêsanî
bên piştguhkirin.
Tiştê ku êşê du qat dike û dibe kêşeya mezin, ew e ku em dibînin hinek ji
nûnerên me yên Kurd ji ber cudahiya bîrûbaweriyên siyasî yên hizbî, bûne zext
û barekî din ê giran ji bo dîtina mekanîzma û çareseriyekê ji bo vê pirsa
girîng. Ez li vir ne dijî pirhizbî û demokrasiyê me, her aliyek mafê xwe ye
xwedî fîkir û nêrîna xwe ya cuda be; Yekîtiya, Neweya Nû yan her hêzeke din bin,
ez rêz li bîrûbaweriyên wan digrim û her weha ez dixwazim diyalogê bi wan re
bikim. Lê kêşe li vir e: Nabe cudahiya hizbî bibe amrazek ji bo lêdana li milet
û qewara Herêma Kurdistanê.
Di serdema cenabê Serok Mesûd Barzanî û rehmetî Mam Celal de, nakokiyên hizbî
hebûn, pir jî tund bûn, lê «xeteke sor» hebû ku kesî nedibû derbas bike. Ew xeta
sor «berjewendiya neteweyî û nîştimanî» bû. Dema kar dihat ser mafên bingehîn ên
Kurd li Bexdayê, hemû cudahî dihatin danîn û dibûn yekdeng. Mixabin, nifşê niha
yê ciwanên nav qada siyasî ku xwîngerm in û dîrokê bi başî naxwînin, nabe ku vê
qewara niha ya Herêma Kurdistanê ku berhema xwîna hezaran şehîdan e, di pênavî
nakokiyên biçûk ên hizbî li Bexdayê bixin metirsiyê.
Min çendîn caran ji wan hevalan re gotiye ku li Bexdayê bi şêwazekî diaxivin ku
ziyanê li Herêmê dide: «Agahdarî xwe bin, ewên ku li wir rû bi rû destxweşiyê li
we dikin, lê paşê di rastiyê de tinazên xwe bi we dikin. Dema Kurdek diçe
navenda biryara Bexdayê û dijî mafên darayî û destûrî yên Herêmê diaxive, aliyê
beramber wek ‘leheng’ li wî nanêre, lê wek amrazekî dibîne ji bo lawazkirina
pêgeha Kurd.» Ev karana êşê nadin hizbeke diyarkirî, lê êşê didin her
takekesekî Kurd ji Zaxo heta Xaneqînê. Pêwîst e ev ciwanên siyasî bi hişê xwe
de werin û bizanibin ku ew nûnerên neteweyekê ne, ne ku tenê nûnerên hêrs û kîna
hizbî ne.
Ji aliyekî din ve, nabe em wek hizb yan hikûmet tenê xelkê tawanbar bikin. Belê
pêwîst e pêdaçûneke kûr bi karên xwe de bikin. Em ne bêkêmasî ne ji xeletiyan.
Heger heta niha me nekariye yasayeke wek «Yasaya Neft û Gazê» cîgir bikin,
bêguman kêmasî li cem me jî hebûye. Divê wêrekiya me hebe û em bibêjin: «Belê,
li vir me xeletî kiriye». Tu hikûmet û hizbek li cîhanê nîne ku 100% rast be.
Ji ber wê girîng e em bikaribin zimanekî bibînin ku Ereb jê fêm bikin. Divê bi
hişmendî û zimanê wan, yasa û mafên xwe şerh bikin. Ne ku tenê bi Kurdî di nav
xwe de hewar bikin û ew ji me fêm neken. Pêwîst e nîşan bidin ku mafên Kurd ne
herreşe ne ji bo ser Besra û Emare û Babilê, lê belê beşek in ji seqamgiriya
hemû Iraqê.
Iraq welatek e ku 95%ê dahata wê li ser neftê ye. Ev metirsiyeke mezin e.
Berawird bikin bi welatên wek Siûdiye ku rêjeya xwe daxistine 40-50%an, yan
Îmarat ku gihîştiye 30%an. Iraq ji 2003an ve heta niha nekariye binesaziyeke
aborî ya bi hêz ava bike. Heta parzîngeh û lûleyên neftê jî kêşeya teknîkî û
gendeliyê tê de heye. Dema wezîrek dibêje: «Ez ditirsim neftê pir bişînin û lûle
biteqe», ev nîşana şikesta îdarî ya 20 salan a wan e.
Em divê li ser van xalên lawaz ên Bexdayê bisekinin, ne ku tenê di pozîsyona
berevaniyê de bin. Divê em bipirsin: Çima Iraq piştî wan hemû salan hîna tenê
neftê difroşe? Ka kerta çandiniyê (çandinî)? Ka geştyarî? Cenabê Serok Mesûd
Barzanî her dem tekez dike ku em di parlamentoya Iraqê de nûnertiya hemû
Iraqiyan dikin, ji ber ku Babil û Besra û Emare beşek in ji dîrok û cografiya
me. Dema hikûmeta Iraqê feşel tîne (bi ser nakeve) di dabînkirina jiyaneke hêja
ji bo xelkê başûr, ev berpirsyariyeke exlaqî ye ku em jî behsa wê bikin.
Derbarê aliyê siyasî û dîplomatîk de, Iraq her dem di navberî du rêyên dijwar de
bûye di navbera Amerîka û dijberên wê de. Heta di nav saziya «SOMO»yê de jî,
hewleke pir dihat dayîn ku herî kêm muamele bi Amerîkayê re bê kirin, lê niha em
dibînin ku neçar in muraxata Amerîkiyan bikin ji bo parastina aboriya xwe.
Em wek Kurd, divê bizanibin kilîta çareseriya kêşeyên me «pêwendiya bazirganî û
aborî ye». Bo nimûne, pêwendiya me bi Tirkiyeyê re tenê li ser binemayê tebaya
siyasî nîne, lê ji ber wê ye ku Tirkiye mifayeke aborî ya mezin ji Herêmê
dibîne. Nexwe divê em pêwendiyên xwe yên bazirganî, gazî û neftî bi welatên
cîhanê û cîranan re bi şêwazekî deynin ku ew bibin parêzerên mafên me. Heger
çend dewletên mezin berjewendiya wan bi Herêmê re hebe, wê demê di dema
nivîsandina yasaya neft û gazê de, ew ê berevaniyê ji me bikin, ji ber ku
berevaniyê ji berjewendiya xwe jî dikin.
Di dawiyê de, ez dixwazim balê bikşînim ser wê yekê ku rewşa niha ya
parlamentoya Iraqê pir metirsîdar e. Wekî ku min ji cenabê Serokwezîr Mesrûr
Barzanî re got: «Em li pêşberî çar salên hişk û dijwar de ne.» Ev parlamentoya
niha piranî hişmendiyeke dij-Kurdî heye û heger em bê piştgiriya navdewletî û bê
yekrêziya navxweyî biçin nav qada yasadanînê, wê demê em ê bi destên vala
vegerin.
Pêwîst e em piştgiriya dewletan bi dest bixin, lobiyeke bi hêz bikin û navmala
xwe birêk bixin. Divê siyasetmedarên me fêm bikin ku Bexda qada nakokiya man û
nemanê ye. Divê em bi plan, bi hişmendiyeke vekirî û bi naskirina xeletiyên xwe,
ber bi vê qonaxa dijwar ve biçin.
