Amerîka teqîna Serê Kaniyê şermezar kir
Balyozxaneya Amerîka li Şamê di twittekê de êrîşa li Serê Kaniyê şermazar kir û ragihand, ti sedem nîn in ku êrîş li welatiyên sivîl bên kirin.
Balyozxaneyê hevxemiya bi malbatên qurbaniyan re derbirî û got: Divê ev tundûtûjî bêne rawestandin.
Pêr 26ê vê mehê teqînek bi riya motorsîklekê li nava bajarê Serê Kaniyê hate kirin û di encamê de 8 kes hatin kuştin û zêdetirî 19 kesan jî birîndar bûn.
k24
