• Sunday, 08 February 2026
logo

Amerîka teqîna Serê Kaniyê şermezar kir

Amerîka teqîna Serê Kaniyê şermezar kir
Balyozxaneya Amerîka li Şamê Paytexta Sûriyê teqîna li Serê Kaniyê hatiye kirin û di encamê de hejmarek welatiyên sivîl canê xwe jidest dane şermezar kir.

Balyozxaneya Amerîka li Şamê di twittekê de êrîşa li Serê Kaniyê şermazar kir û ragihand, ti sedem nîn in ku êrîş li welatiyên sivîl bên kirin.

Balyozxaneyê hevxemiya bi malbatên qurbaniyan re derbirî û got: Divê ev tundûtûjî bêne rawestandin.

Pêr 26ê vê mehê teqînek bi riya motorsîklekê li nava bajarê Serê Kaniyê hate kirin û di encamê de 8 kes hatin kuştin û zêdetirî 19 kesan jî birîndar bûn.

k24
Top