• Wednesday, 06 May 2026
logo

Pizîşkîyan navbeynkariya Iraqê di duberekiyên Îran û Amerîkayê de tekez dike

Pizîşkîyan navbeynkariya Iraqê di duberekiyên Îran û Amerîkayê de tekez dike

Serokkomarê Îranê pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê hatiye erkdarkirin û herdu aliyan li ser wê yekê li hev kir ku di paşerojê de serdanên fermî ji bo aliyên hevdu pêk bînin.

Serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkîyan îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) bi rêya telefonê peywendî bi Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî re kir.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku Serokkomarê Îranê pîrozbahî li Elî Zeydî kir, ku ji bo posta Serokwezîrtiya Iraqê hatiye erkdarkirin, û piştgiriya xwe ji bo wî tekez kir.

Li gorî wê daxuyaniyê, di wê peywendiya telefonî de her du aliyan li ser pêşxistin û bihêzkirina peywendiyên dualî danûstandin kirine û li ser wê yekê li hev kir ku di qonaxa bê de serdanên fermî ji bo aliyên hevdu pêk bînin.

Di pareke din a wê peywendiyê de, behsa helwesta neguher a Iraqê hat kirin, ku piştgiriyê dide rêçika dîplomatîk û penaya xwe dibe ber diyalogê ji bo çareserkirina hevrikiyan û kontrolkirina qeyranan.

Herwesa Elî Zeydî jî tekez li ser şiyana Iraqê ji bo lîstina rola navbeynkariyê di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de kir.

 

K24

Top