• Thursday, 07 May 2026
logo

Xatemûl Enbiya: Me êrîşî Îmaratê nekiriye

Xatemûl Enbiya: Me êrîşî Îmaratê nekiriye

Berdevkê Qerargeha Xatemûl Enbiyayê ya Îranê raportên Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê yên li ser kirina êrişa bi mûşek û dronan ji aliyê Îranê ve red kirin û hişyariya bersivdayîneke tund da.

Berdevkê Qerargeha Xatemûl Enbiyayê Îbrahîm Zulfeqarî îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) di daxuyaniyeke fermî de ragihand: "Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di çend rojên borî de ti operasyoneke bi mûşek an dronan li dijî welatê Îmaratê nekiriye.”

Îbrahîm Zulfeqarî herwesa got: “Eger karekî bi vî rengî bihata kirin, me dê bi awayekî zelal û bi wêrekî ragihandiba. Lewma raporta Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê bi temamî bêbingeh e û ji rastiyê dûr e."

Navbirî herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku divê berpirsên Îmaratê rêyê nedin ku welatê wan wekî welatekî Îslamî bibe hêlîna Amerîkayî û Îsraîliyan û cihê xwecihbûna hêzên wan û "xiyanetê" li cîhana Îslamê û misilmanan neke.

Berdevkê Qerargeha Xatemûl Enbiyayê hişyarî jî da û got: "Eger ji axa Îmaratê ve her êriş an karekî têkderane li dijî girav, bender û kenarên Îranê bê kirin, em dê bersiveke ewqasî tund û kujek bidin ku bibe sedema poşmaniyeke mezin ji bo wan."

Bi zêdebûna aloziyên li Rojhilata Navîn û Kendavê re, rewşa ewlehiya asmanî û deryayî ya welatên Kendavê ketiye rojevê. Di demekê de ku Îmaratê hejmareke êrişan li ser asmanê xwe ragihand, Tehran van îdîayan red dike û li ser parastina sînorên xwe tekez dike. Ev yek jî dibe sedema nîqaşên siyasî yên di navbera her du welatan de.

 

K24

Top