Hewlêr.. Gera yekê ya Festîvala Fîlman a Kurdistan Jîngeha Ciwan birêve diçe
Gera Yekê ya Festîvala Fîlman a Kurdistan Jîngeha Ciwan, bi dirûşma "Mirov Berhema Jîngeha Xwe ye", bi armanca belavkirina hişyariya jîngehparêziyê û bi tevlîbûna 18 kurtefîlman, li bajarê Hewlêrê li “Empire Cinema”yê birêve diçe.
Rêveberê Festîvalê Piştîwan Ebdula îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev Festîval bûyereke ku bi awayekî nû û hestiyar girîngiyê dide parastina jîngeh û xwezaya Kurdistanê û tê de nêzîkî 18 kurtefîlmên hunerî, belgeyî û promo tên nîşandan.”
Piştîwan Ebdula amaje jî da: “Ev berhem bizavê dikin ku bi rêya hunerê hişyariya jîngehparêziyê belav bikin û civakê ji bo parastina jîngehê pal bidin."
Navbirî herwesa got: "Festîval ne tenê nîşandana fîlman e, belkî bernameyeke mezin a civakî û jîngehî jî vedigire. Di vê çarçoveyê de, hunermend û stêrkên seranserî bajarên Kurdistanê tên vexwendin û tevlî çalakiyên wekî çandina daran, helmeta paqijkirina jîngehê û komkirina bermayiyan dibin.”
Rêveberê Festîvalê eşkere jî kir: “Ev çalakî jî dê paşê di bernameyeke taybet a televîzyonê de bên weşandin, daku peyama parastina jîngehê bigihîje hejmareke zêde ya welatiyan."
Piştîwan Ebdula ji aliyê hunerî ve behsa Festîvalê kir û got: "Di aliyê hunerî de, Festîval ji aliyê du lijneyên taybet û pêşketî ve tê nirxandin û sê xelatên sereke ji bo sê berhemên herî baş tên dan. Ev yek jî ji bo fîlmçêkeran piştevaneke giring e, daku karên xwe bi awayekî bihêztir û bibandortir pêşkêş bikin."
Navbirî amaje jî da: “Armanca sereke ya vê Festîvalê, ji bilî parastina jîngehê û dilxweşkirina xelkî, nîşandana rûyekî din ê Kurdistanê ye, rûyekî tijî jiyan, bedewî û pêkvejiyanê. Peyamek e ku dibêje berdewamî û pêşxistin dikarin di hemî rewşan de berdewam bin û ti şer û alozî nikarin îradeya jiyanê ya li nik mirovê Kurd bişkînin.”
Gera Yekê ya Festîvala Fîlman a Kurdistan Jîngeha Ciwan, bi telîbûna 18 kurtefîlmên hunerî, biryar e li roja 21ê Gulana 2026ê li “Empire Cinema”yê li bajarê Hewlêrê bê destpêkirin û dê du rojan berdewam be.
K24
