Teqîneke mezin li Kirmaşanê çê bû
Li gor çapemeniya Îranê teqîn li stasiyoneke petrolê çê bûye.
Çapemeniya Îranê îro sêşem belav kir ku li stasiyoneke petrolê li bajarê Kirmaşanê teqîneke mezin çê bûye.
Di encama teqîna han de zirarên gelek mezin yên madî bi stasiyonê ketine û çend tankerên veguhastina berhemên petrolê hatine şewitîn.
Tîmên hawar hatinê niha mişxûlî vemirandina agirê ne.
