• Wednesday, 06 May 2026
logo

Amerîkayê bi fermî serok û damezrênerê Tevgera Nuceba xist lîsteya terorê

Amerîkayê bi fermî serok û damezrênerê Tevgera Nuceba xist lîsteya terorê

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi fermî navê Ekrem Ebas El-Keibî, damezrîner û serokê "Tevgera Nuceba" ya Iraqî xist lîsteya terorê. Ev biryar piştî êrîşên vê grûpê yên li ser baregehên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê li Iraq û Sûriyê hat girtin.

Ji bilî vê yekê, Amerîkayê ragihand ku ji bo her kesê ku zanyariyên hûrbîn bide yan bibe sedema dîtin û girtina Ekrem Ebas El-Keibî, heta 10 mîlyon dolar xelata diravî hatiye veqetandin.

Sedema serekî ya vê biryara Amerîkayê vedigere bo têkelbûna "Tevgera Nuceba" di êrîşên li dijî binkeyên leşkerî û dîplomatîk ên Amerîkayê de li Iraq û Sûriyê.

Hate zanîn ku ji ber wan êrîşên vê grûpê jî, heta niha peymandarekî Amerîkî hatiye kuştin û çendîn leşkerên din ên Amerîkayê jî birîndar bûne.

 

Basnews

Top