DEM Partî daxwaza lezandina derxistina qanûneke taybet bo pêvajoya çareseriyê dike
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê daxwazê ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê dike ku ji bo pêvajoya çareseriyê di nava hefteyekê de qanûneke taybet li parlamentoyê bê pejirandina û şertê karkriina azad ji bo Ocalan bê peydakirin.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro (Sêşem, 05ê Gulana 2026ê) ragihand: "Pêvajoya misogerkirin û piştrastkirina danana çekan, ku desthilat behsa wê dike, nabe di rêya derxistina qanûnê de bibe astengî. Aştî wekî tov e û zeviya wê jî qanûn e. Hûn dibêjin 'werin xebata siyasî bikin', lê gelo çi qanûn û çi garantî heye?”
Tuncer Bakirhan herwesa got: “Em daxwazê ji Serokê Parlamentoyê dikin ku qanûneke taybet pêşkêşî parlamentoyê bike û di nava hefteyekê de bê pejirandin. Herwesa divê şertê karkriina azad ji bo Ocalan bê peydakirin."
Navbirî amaje jî da: “Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nava şer û aloziya aborî de ye, baştirîn rê ji bo Tirkiyeyê ew e ku dostaniya dîrokî ya Kurd û Tirkan bike bingeh, ne ku bi danana qeyûman û cezakirina şaredaran bawerî û ruha pêvajoyê ji holê rake.
Hevserokê DEM Partiyê tekez jî kir: “Ji bo ku ev derfet careke din ji dest neçe, em daxwaza pêkanîna 'Komîteya Şopandin û Çavdêriya Aşitiyê' dikin û em îmzeyê li ser wê çarçoveyê jî dikin, ku Devlet Bahçeli ji bo diyarkirina pêgeha qanûnî û pêngavên destûrî pêşkêş kiriye.
Li vê dawiyê nîqaşên li ser destpêkirina pêvajoya çareseriyê û çareserkirina pirsa Kurdan li Tirkiyeyê careke din di rojevê de ne. Ji bo pêşîgirtina li aloziyên siyasî û ewlehiyê, aliyên siyasî yên Kurdan tekezê li ser pêdivîtiya garantiyên qanûnî û destûrî dikin, daku ew pêvajo bi awayekî cidî û herdemî pêş bikeve.
K24
