Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
Serok Mesûd Barzanî, di peyameke sersaxiyê de hevxemiya xwe bo Mihemed Seman Kenan, Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê, bo koça dawî ya bavê wî nîşan da û hêvî xwest ku Xwedayê Mezin sebir û aramiyê bide malbata wan.
Roja înê 12.06.2026, Seman Kenan Axa, ku bavê Mihemed Seman e (Serokê Bereya Tirkmenî û Parêzgarê Kerkûkê), ji ber nexweşiyê ber bi Tirkiyê ve hatibû şandin. Piştî ku du hefteyan li wir ma, êvara înê jiyana xwe ji dest da.
Ev jî naveroka peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî ye bo Mihemed Seman:
Bi navê Xwedayê mezin û Dilovan
Birêz Mihemed Seman Kenan, Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê, bi dax û xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya bavê we yê birêz gihîşt me. Em sersaxiyê li we û malbata we ya birêz dikin ji bo vê kosta mezin û em hevparê xema we ne.
Ji Xwedayê Mezin daxwaz dikin ku rehmetî bi rehm û mihrebaniya xwe şad bike û cihê wî bike bihuşt, sebir û aramiyê bide we û kesûkarên we.
Inna lillahi wa inna ilayhi raji'un
Mesûd Barzanî
12.06.2026
