• Sunday, 08 February 2026
logo

Necmedîn Kerîm pêwîste hêzeka taybet ji xelkên resenên Şengalê bihêt pêkhînan

Necmedîn Kerîm pêwîste hêzeka taybet ji xelkên resenên Şengalê bihêt pêkhînan
Necemedîn Kerîm, rêvebrê Peymangeha Kurdî li Waşintinê ragehand, dixwazin li Şengal rola Êzdîyan kêm bikin û wan dabeş bikin û fişarê bixin ser Herêma Kurdistanê, lew pêwîstî bo dawîhînanê bi wê rewşê û paraztina deverê ji rikaberîya sîyasî û çekdarî, hêzeka tayebt ji xelkên resenên Şengalê bihêt duristkirin.

Necmedîn Kerîm, rêvebrê Peymangeha Kurdî li Waşintinê, di panêleka hevpişik de, li gel hejmareka dîplomatkarên Emerîkayê behsa serdema şerê Daişê û hêrişên wê rêkxistîyê kir bo ser bajarê Kerkûkê û got: Di dû rojên destpêka dagîrkarîya Daişê de, li Xizaîrana 2014yê, yek lîwa Pêşmerge, polîsên navxwe, asayîşê û bi piştîvanîya hevwelatîyan şîyan rêgirîyê ji dagîrkarîya Daişê bigrin.

Got jî: Qeza ya Hewîce ji alîyê tenê sê çekdarên Daişê ve hat dagîrkirin, ku bi taksîyekê çobûn di nav qezayê de û tevaya qezayê kete di destê wan de.

Herweha got: Kêmtir ji 800 çekdarên Daişê berê xwe dane Mûsilê û sê firqeya supayê û 39 hezar polîsên navxwe û Îtîhadî di bajêrî de nakrin berevanîyê bikin.

Derbarê rewşa niha ya Şengalê got: Mîlîşyayên li Şengalê dixwazin rola Êzdîyan kêm bikin û wan dabeş bikin û fişarê bixin ser Herêma Kurdistanê, lew pêwîste bo dawîhînanê bi wê rewşê û paraztina deverê ji rikaberîyên sîyasî û çekdarî, hêzeka taybet bi xelkê resenên Şengalê bihêt duristkirin.

Derbarê yekeyên 70 û 80 yên hêza Pêşmerge, Necemdîn Kerîm behsa wê yekê kir, pêwîstekar bi sîstema serbazî ya bi xurtî bihêt kirin û li gor yasayeka pêşkevtî bikar bibe heya dawî bi dabeşkarîyê di nav hêza pêşmerge de bihêt.

Xuya jî kir, bûyerên 16 ya Oktoberê xuya kir, ku biryara vegerê hizbî bandora wê zêdetire ji biryara serbazî û nîştîmanî.

K24
Top