Biryara zîndanîkirina Demirtaş û Yuksekdag hat dirêjkirin
Dadgeha Silh û Ceza ya Enqerê doh 27ê Tîrmeha 2020ê, dosyeya girtina Demirtaş û Yuksekdag a derbarê lêpirsîna çalakiyên Kobanî di 6-8ê Cotmeha 2014an de ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Enqerê ve ku 20ê Îlona 2019ê destpê kiribû, gotûbêj kir.
Dadgehê lêpirsîn derbarê vê dosyeyê de kiribû, lê derheqê destpêkirina lêpirsînê de, ti zanyariyek bo parêzerên Demirtaş û Yuksekdag nehat dayîn.
Ew lêpirsîn bi hinceta “jinavbirina belgeyan” û “gumana tawanê mezin” biryar hat dayîn herdu hevserok neyên azadkirin, loma biryara zîndanîkirina wan hat dirêjkirin.
Demirtaş û Yuksekdag roja 4ê Mijdara 2016ê bi çendîn tohmetên cuda hatin girtin û zêdeyî 3 sal û nîv e di zîndanê de ne.
Herwiha di 21 Sibata 2017 de mafê parlamenteriyê ji Figen Yuksekdag hatibû standin.
Ew yek di demekê de ye, ku roja 19 Hezîrana îsal Dadgeha Destûrî ya Tirkiyê biryara xwe ya derbarê serlêdana parêzerên Demirtaş de aşkere kir û ragihand, ku zindanîkirina Demirtaş dema yasayî ya diyarkirî derbas kiriye û ji ber wê yekê biryar da ku Wezareta Dadê ji ber binpêkariya di derheqê wî de, 50 hezar Lîreyê Tirkî ku dike nêzîkî 7 hezar û 300 dolarî wek qerebû bide Demirtaş.
Piştî wê biryara Dadgeha Destûrê, parêzerên Demirtaş ji bo azadkirina wî daxwazeke din pêşkêşî wê dadgehê kirin, ku têde tekez li ser wê yekê hatiye kirin, ku Demirtaş di Dadgeha 19 a Sizayên Giran de û li ser dosyeyekê tê darizandin, ku têde gumankirî nîne.
Roja 4 Mijdara 2016 û di çarçoveya biryara rewşa awarte de Selaheldîn Demîrtaş hat girtin û heya niha 39 caran hatiye dadgehkirin û 3 sal û 8 meh zindan li ser hatibû sepandin.
Demirtaş li ser doza derbarê bûyerên 6-8 Cotmeha 2014an yên têkildarî Kobaniyê de, cezayê zîndanê lê hatibû birîn. Dema cezaya Demirtaş, li gor briyara dadgehê ji roja 4ê Mijdara 2016 ve destpê kir û li gor biryara dadgehê di 2ê Îlona 2019an de bi dawî dibû, lê tevî bidawîbûna dema girtina wî, Demirtaş nehat berdan û heta niha jî di zindanê de ye.
Rudaw
