Mala Êzîdiyan hişyarî da PKKê: Dê şer derkeve!
Endamê desteya rêveberiya Mala Êzdîdiyan bi navê Seidûn Qolo ji BasNewsê re got, ev çend roj in me li dijî hebûna PKKê û komên çekdar li Şingalê dest bi xwepêşandanê kiriye. Emê li ser xwepêşandanên xwe berdewam bin heta ew ji vir derdikevin.
Seidûn Qolo her wiha got, em qebûl nakin kesên biyanî werin û çiyayê Şingalê li êzîdiyan qedexe bikin. Ev çiya hezaran sal e milkê êzîdiyan e lê îro komên çekdar hatine ev çiya bo êzîdiyan qedexe kirine! Em wan li vir qebûl nakin û divê ew ji vir biçin.
Wî endamê Mala Êzîdiyan anî ziman ku daxwaza wan ya serekî ew e ku PKK ji Şingalê derkeve û got, eger PKK li Şingalê bimîne tê wateya nemana êzîdiyan. Dema terorîstên DAIŞ kesekî me direvandin li hember dirav dîsa didan me lê dema PKK kesekî direvîne nabêje çima û kîve revandiye. Ev bo me êzîdiyan arîşeyeka mezin e.
Seidûn Qolo bi tundî hişyarî da PKKê û got, eger PKK ji Şingalê dernekeve dê şer derkeve. Lê em naxwazin tiştekî wisa çêbibe û bila bi biratî ji Şingalê derkevin.
Basnews
