• Tuesday, 05 May 2026
logo

Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê rewşa navçeyê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Derve yê Îmaratê rewşa navçeyê û peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Êvariya duşemê 04.05.2026, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Dewleta Îmaratê Şêx Ebdullah bin Zayid Al Nehyan di peywendiyeke telefonî de, rewşa giştî ya navçeyê û pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Dewleta Îmaratê gotûbêj kirin.


Her du aliyan êrîşên dawî yên li ser Dewleta Îmaratê şermezar kirin û tekezî li ser giringiya parastina aştî, aramî û seqamgiriya navçeyê û dawîanîna bi êrîşan kirin.

 

Basnews

Top