Serokweziriyê daxuyaniyek belav kir
Daxuyaniya Nivîsîngeha Serokwezîriyê wiha ye:
Girêdayî wan arîşeyên ku hebûn derbarê civîna Perlemantoya Kurdistanê, hinek nûçe û şiroveyên nerast di mêdyayan de belav bûne.
Rastîya mijarê weha ye, di dema peywendîyeka telefonî de di navbera rêzdaran Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Hevserokê Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê Bafil Talebanî, ew arîşe hate gengeşekirin û birêz Bafil Talebanî daxwaz kir civîna Perlemantoyê bihêt bi dawîxistin bo dema 24 demjimêran bê ti merc. Ji bo delîve bo serkirdatîya herdû alîyan hebe da ku bigihên têgehişineka hevbeş. Ev bi daxwazîyeka pesind hat zanîn û bi danûstan di navbera Serokatîya Perlemantoyê û serkirdatîya herdû alîyan civîna parlemantoyê bo 24 demjimêran hat dawîxistin bê ti merc û delîve hate dan di wê demê de, asteng û arîşe bihên çareserkirin.
Bi hêvîya wê yekê ku tevaya alîyan bi berpisyarî reftarê li gel vê mijarê bikin û bi arasteya çareserkirinê nûçe û şiroveyan veguhêzin.
Basnews
