• Sunday, 08 February 2026
logo

Li Îraqê qedexeya hatûçû hate ragihandin

Li Îraqê qedexeya hatûçû hate ragihandin
10 rojan li Îraqê qedexeya hatûçû hat ragihandin
Jiber belav bûna Koronayê bi qasî 10 rojan li Îraqê qedexeya hatûçû hate ragihandin.

Komîteya tendirostiya Îraqê belav kir ku bo pêşî girtin ji zêdetir belav bûna Koronayê û kontrol kirina rewşa heyî, biryar hatiye dayîn daku li parêzgehên Îraqê bi qasî 10 rojan qedexeya hatûçû were ragihandin.

Biryara han ji 30 Tîrmehê dikeve meriyetê û heta 9ê Tebaxê berdewam dibe.

Ji aliyeke din ve nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê jî belav kiriye ku biryar hatiye dayîn daku cîhên nûjdarî bi mercê pêbendbûna rêkarên tendirostî, werin vekirin.

Top