• Sunday, 08 February 2026
logo

Êzîdiyan li çiyayê Şingalê li dijî PKKê xwepêşandan kirin

Êzîdiyan li çiyayê Şingalê li dijî PKKê xwepêşandan kirin
daxwaz dikin pkk û tevahiya çekdarên din ji deverê derkevin
Êzîdiyan li ser çiyayê Şingalê li dijî hebûna PKKê xwepêşandan kirin û daxwaz kirin PKK ji Şingalê were derxistin.

Berpirsê PDKê li nahiya Xanesor ya Şingalê, Feysel Qasim ji BasNewsê re got, duhî li ser çiyayê Şingalê welatiyên êzîdî li dijî PKKê xwepêşandan kirin.

Feysel Qasim her wiha got, êzîdiyan nerazîbûna xwe li hember hebûna PKKê nîşan dan û daxwaz kirin PKK ji Şingalê were derxistin. Ji ber ku PKK keç û xortên wan direvîne û aramiya wan xirab dike.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku çekdarên PKKê pêşiya welatiyan girtibûn û nehîştibûn hemû beşdarî xwepêşandanê bibin.

Bi gotina Feysel Qasim, xwepêşandana han ji aliyê saziya Mala Êzîdiyan ve hatibû organîzekirin ku beriya niha piştevaniya hebûna PKKê dikir.

Top