Wezareta Pêşmerge: Alîkariyên Amerîkayê ji bo Pêşmerge berdewamin
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gotegota rawestandina alîkariyên Amerîkayê ji bo Pêşmergeyan red dike û radigehîne: Pêvajoya piştgiriyê li gorî wê hevfêmkirina ku di navbera Wezareta Şer a Amerîkayê û wezareta me de heye berdewam e.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 03.05.2026, di daxuyaniyekê de ragihand: "Ev çend roj in ku gotgotka wê yekê tê belavkirin ku qaşo alîkariyên Amerîkayê ji bo Pêşmergeyan hatine rawestandin, lê ev hemî gotgotk bêbingeh in.”
Wezareta navbirî herwesa da zanîn ku pêvajoya piştgiriyê li gorî wê hevfêmkirina di navbera her du aliyan de berdewam e, ku ji bo biserxistina pêvajoya çaksaziyê û yekkirina hêzan hatiye îmzekirin.
Li gorî wê daxuyaniyê, tenê alîkariyên girêdayî şerê li dijî terorîstên DAIŞê hatine rawestandin, ew jî ji ber sînordarbûn û kêmbûna çalakiyên terorîstên DAIŞê li deverê ye.
Wezareta Pêşmerge tekez li ser wê yekê jî kir ku alîkariyên darayî û lojîstîkî yên Amerîkayê, ku li gorî bernameyeke demkî ya diyar hatine rêkxistin, dema dawiyê ya vê hevfêmkirinê meha Îlonê ya sala 2026ê ye.
Wezareta Pêşmerge eşkere jî kir ku tê çaverêkirin di dema paşerojê de danûstandin ji bo îmzekirina hevfêmkirineke nû di navbera Wezareta Şer a Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge de peyda bibe.
Basnews
