• Monday, 04 May 2026
logo

Almanya daxwaza vekirina demlidest a Tengava Hurmizê dike

Almanya daxwaza vekirina demlidest a Tengava Hurmizê dike

 Wezîrên derve yên Îran û Almanyayê di peywendiyeke telefonî de pêşveçûnên dawiyê yên deverê nîqaş kirin. Di demekê de ku Almanya tekezê li ser helwesta xwe ya hevpar ligel Amerîkayê dike, Tehran behsa bizavên xwe yên dîplomatîk ji bo bidawîanîna wê aloziyê dike ya ku wek şerê sepandî bi nav dike.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Johann Wadephul îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) li ser tora civakî ya “X”ê eşkere kir ku ew bi rêya telefonê ligel Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî axiviye.

Li gorî peyama Wezîrê Derve yê Almanyayê, di wê peywendiya telefonî de bi Ebas Iraqçî re tekez kiriye ku welatê wî piştgiriya çareseriyeke aştiyane û danûstandinan dike. Amaje jî da ku wek hevalbendekî nêzîk a Amerîkayê, eynî armanca Waşintonê heye ku divê Îran bi temamî û bi awayekî îsbatkirî dest ji çekê atomî berde.

Herwesa Almanyayê daxwaz kiriye ku Îran demlidest Tengava Hurmizê veke, ku ev daxwaz ligel daxwazên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî hevaheng e.

Ji aliyekî din ve jî, Wezîrê Derve yê Îranê li ser kanala xwe ya fermî li Telegramê hûrgiliyên wê peywendiyê belav kirin û diyar kir ku wî nerîna Tehranê û pêşengiyên dîplomatîk ên Îranê ji bo hevtayê xwe yê Almanyayî zelal kirine.

Iraqçî tekez jî kir ku Tehran bi awayekî çalak bizavê dike ku wî "şerê sepandî" bidawî bîne, ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li dijî Îranê hatiye destpêkirin.

Ev peywendiya telefonî di demekê de ye ku alozî li Tengava Hurmizê gihîştine asta herî bilind û bizavên navneteweyî ji bo dîtina çareseriyeke dîplomatîk berdewam in, lê cudahiyeke mezin di navbera gotarên her du aliyan de tê dîtin; Almanya tekezê li ser şertên leşkerî û atomî dike û Îran jî xwe wekî qurbaniya serekî sepandî nîşan dide.

 

K24

Top