• Sunday, 08 February 2026
logo

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî hat aşkera kirin

Naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî hat aşkera kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî mêvandariya civîneke hevbeş a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir.

Di civînê de, ku bi amadebûna Hevserokê YNKê Bafil Talebanî birêve çû, herdu aliyan di keşûhewayeke erênî û dostane de, bi zelalî pirsgirêk, girift, rewşa Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dualî guftûgo kirin.

Li gor daxuyaniyeke Serokatiya Herêmê, di civînê de tekezî li ser pêwendiyên di navbera PDK û YNKê bi taybetî û tevahiya aliyên siyasî û pêkhateyên Kurdistanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkan û parastina yekrêzî û tifaqê ku pêwîstiyeke vê qonaxa hestiyar e ji bo rûbirûbûna wê rewşa dijwar a ku ji encama pandemiya Koronayê û krîza darayî û kêşeyên din bi ser Herêma Kurdistanê de hatine.

Herwiha di civînê de, tekezî li berdewamiya guftûgoya di navbera herdu aliyan de hate kirin, bi armanca çareserkirina û serkeftina bi ser pirsgirêkan de û sivikkirina wî barê giran ê ku ji encama kêşe û krîzan ketiye ser milê welatiyan. Herwiha tekezî li pabendbûna bi rêkeftina di navbera herdu aliyan û piştevanîkirina li damûdezgehên Herêmê û karê hevbeş li Parlemanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin.

Ev di demekê de ye, şeva bûrî Nivîsgeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ronîkirinek belav kir û tê de aşkere kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peywendiyeke telefonî ligel Bafil Talebanî pêk aniye û derbarê civînên Parlamena Kurdistanê de axivîne.

Rudaw
Top