• Monday, 04 May 2026
logo

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Şêrwan Heyderî peyama hevxemiyê belav kir

Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Şêrwan Heyderî peyama hevxemiyê belav kir

Serok Barzanî ji ber koça dawiyê ya qanûnnas, Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê berê û Endamê Parlamentoya Kurdistanê Şêrwan Heyderî, peyameke sersaxiyê belav kir û tê de sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir.

Serok Mesûd Barzanî îro 03.05.2026, ji ber koça dawiyê ya Wezîrê Dadê yê Herêma Kurdistanê yê berê û Endamê Parlamentoya Kurdistanê yê berê Şêrwan Heyderî, peyameke hevxemiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Bi mixabiniyeke mezin ve nûçeya koça dawiyê ya qanûnnas û kesatiyê Kurdistanê Şêrwan Heyderî gihîşt me."

Serok Barzanî herwesa got: "Ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên Xudêjêrazî Şêrwan Heyderî re dixwazim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de jî got: "Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.”

Peyama Serok Barzanî

Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan

Bi mixabiniyeke mezin ve nûçeya koça dawiyê ya qanûnnas û kesatiyê Kurdistanê û Wezîrê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê berê û Endamê Parlamentoya Kurdsitanê yê berê Şêrwan Heyderî gihîşt me.

Ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar û hevalên Xudêjêrazî Şêrwan Heyderî re dixwazim û ez xwe hevparê xema wan dibînim.

Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku canê Xudêjêrazî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide hemî aliyan.

Îna lîlah weîna îleyhî racîon

Mesûd Barzanî

3ê Gulana 2026ê

 

Basnews

Top