• Tuesday, 05 May 2026
logo

Li Zaxoyê sê kes di goleke avê de xeniqîn

Li Zaxoyê sê kes di goleke avê de xeniqîn

 Li gundê Kolê yê girêdayî Zaxoyê, sê welatiyên Ereb ji eynî malbatê di goleke avê de xeniqîn û piştî bizavan termên wan ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ve hatin derxistin û ji bo Pizişkiya Dad a Zaxoyê hatin veguhastin.

Sê şivan saet 03:00 ê piştî nîvroya îro (Yekşem, 03ê Gulana 2026ê) li gundê Kolê yê girêdayî komelgeha Batêlê ya girêdayî Zaxoyê di goleke avê de xeniqîn.

Peyamnêrê Kurdistan24ê da zanîn ku termên wan her sê kesan ji aliyê tîmên Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê ve hatine derxistin û ji bo pizîşkiya dad a Zaxoyê hatin veguhestin.

Rêveberiya Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê li ser vê bûyerê ragihand: “Saet 03:15 ê êvara îro peywendî bi Odeya Kontrolê hat kirin û em li ser hebûna rûdaneke xeniqînê hatin haydarkirin, ku sê kes di goleke avê de xeniqîne û her sê Ereb in.”

Berevaniya Şaristanî ya Zaxoyê eşkere jî kir: “Ew her sê kes ev in; zarokekî 8 salî, bavê wî yê 40 salî û apê wî yê 25 salî, ku saet 04:10 termên wan her sêyan hatine dîtin û ji bo pizîşkiya dad a Zaxoyê hatine şandin.”

Ev jî di demekê de ye ku tîmên Berevaniya Şaristanî yên Soranê heta îro Yekşemê li ser lêgerîna li dû sê zarokan di rûbarê Geliya Elî Begê de berdewam in û heta niha termên wan nehatine dîtin.

 

K24

Top