Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata Şêrwan Heyderî re xwast
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyamekê de sersaxî ji malbat û kesûkarên Şêrwan Heyderî re xwest.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 03.05.2026, peyameke sersaxiyê ji bo koça dawiyê ya kesatî û Wezîrê Berê yê Dadê yê Herêma Kurdistanê Şêrwan Heyderî belav kir û tê de sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re xwest.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Ji ber koça dawiyê ya kesatiyê naskirî yên Kurdistanê û Wezîrê berê yê Dadê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şêrwan Heyderî, ez sersaxiyê ji malbat, kesûkar, dost û hevalên wî re dixwazim û ez hevparê xema wan im.
Seydayê Şêrwan Heyderî, wekî qanûnnas û kesatiyekî neteweperwer, di hemî post û erkên xwe yên cuda cuda de mînaka dilsozî û serheliyê bûye û xizmeteke mezin ji bo Herêma Kurdistanê kiriye.
Xudayê mezin canê wî bi bihuştê şa bike û sebir û hedarê bide malbata wî.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê
