• Sunday, 08 February 2026
logo

Qaymeqamê Şingalê: Koçberên Şingalê dîsa vedigerin kampan!

Qaymeqamê Şingalê: Koçberên Şingalê dîsa vedigerin kampan!
Qaymeqamê bajarê Şingalê dibêje, ew koçberên Şingalê yên ku vegeriyabûn ser cih û warê xwe, ji ber nebûna xizmetguzariyan dîsa vedigerin kampan!

Qaymeqamê Şingalê, Mehma Xelîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di heyama çend mehên borî de derdora 100 hezar koçberên Şingalê vegeriyabûn ser cih û warê xwe lê mixabin hinek ji wan dîsa vedigerin kampan û koçber dibin.

Mehma Xelîl li ser sebeba wê yekê jî gotiye, ji ber nebûna alîkarî û xizmetguzariyê dîsa vedigerin. Ti kes alîkariya wan nake û ti xizmetguzariyek jî nîne.

Qaymeqamê Şingalê daye zanîn, wan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine alîkariya koçberan bikin lê heta niha hikûmeta Iraqê bersiva wan nedaye.

Top