Urdinê depoyên madeyên hişbir li başûrê Sûriyeyê bombebaran kirin
Firokeyên şer ên Urdinê li parêzgeha Siweydayê ya başûrê Sûriyê, rêze êrîşên asmanî birin ser çend binkeyên depokirina madeyên hişber.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, firokeyên Urdinê li nêzîkî gundên Um el-Ruman û Melehê çend veşartgeh û depoyên madeyên hişbir bombebaran kirin. Herwiha li herêma Şehbayê, li nêzîkî avahiya berê ya "Ewlehiya Dewletê", dengê çekên giran hat bihîstin.
Hat ragihandin ku "Parastina Niştimanî" ya Druziyan gule berandine çend dironan ku tê texmînkirin ên artêşa Urdinê bin ku li asmanê herêmê digeriyan.
Ev êrîş piştî wê yekê tên ku di 9ê Nîsana 2026an de, rêveberiyên rûbirûbûna madeyên hişbir ên Urdin û Sûriyê ragihandibûn ku di operasyoneke hevbeş a îstîxbaratî de, wan rê li ber qaçaxçîtiya 5.5 mîlyon hebên hişber (keptagon) li dergehê sînorî yê "Cabir" girtiye.
Herwiha artêşa Urdinê di sala 2025an de jî çendîn operasyonên tund li dijî qaçaxçiyan pêk anîbûn. Di nav wan de pûçkirina hewildana qaçaxçîtiya 200 hezar hebên hişbir, êrîşa asmanî ya ser bajarokê Şeabê û kuştina hejmarek qaçaxçiyên ku li ser sînor bûn.
Urdin ku xwedî sînoreke hişkayî ya 375 kîlometreyî ligel Sûriyê ye, bi salan e li dijî qaçaxçîtiya çek û madeyên hişbir di nav şerekî dijwar de ye. Rayedarên Ammanê tekez dikin ku ev prose bi awayekî organîzekirî tê kirin û komên çekdar parastina qaçaxçiyan dikin.
K24
