• Sunday, 03 May 2026
logo

Erdogan Amedspor pîroz kir

Erdogan Amedspor pîroz kir

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Amedspora ku derket Lîga Super pîroz kir.

Tîma Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor derket Lîga Super a Tirkiyeyê.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Erdogan di peyama xwe de ev tişt anîn ziman:

“Ez Amedspora ku dê di sezona pêş de Ameda me di Trendyol Super Lîgê de temsîl bike, hemû civaka Amedsporê û birayên xwe yên Amedî ji dil pîroz dikim. Ez ji wan re serkeftinê dixwazim.”

Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1em a TFFyê de bi Igdirsporê re 3-3 wekhev ma.

Bi vê encamê Amedspor bû tîma duyem a ku derket Lîga Super.

 

Rudaw

Top