• Sunday, 03 May 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em bi serketina Amedsporê pir şa bûn

Nêçîrvan Barzanî: Em bi serketina Amedsporê pir şa bûn

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Amedspora ku derket Lîga Super a Tirkiyeyê pîroz kir.

Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê derbasî Liga Super a Tirkiyeyê bû.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina Amedsporê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî got, "Ez bi germî û ji dil Amedsporê pîroz dikim ku ji bo Lîga Super bi ser ket."

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku ew bi vê serkeftinê gelekî şa bûne û got:

"Ev serkeftin her wiha li hemû piştgir û alîgirên Amedsporê pîroz be.

Em hêvîdar in ku ew dê her tim bi ser keve û nûnertiya Amedê ya herî baş bike. Her bijîn, her hebin."


Tîma Amedê Amedspor di hefteya 38an a Lîga 1ê de li deplasmanê bi tîmeke din a Bakurê Kurdistanê Igdir FKyê re lîst.

Amedspor û Igdir FK 3-3 wekhev man.

Bi vê encamê Amedspor derket Lîga Super a Tirkiyeyê.

 

Rudaw

Top