Li Rojavayê Kurdistanê ji bo berdana dîlan xwenîşandan hatin lidarxistin
Li 5 bajarên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bo serbestberdana dîlgirtiyan xwenîşandan hatin lidarxistin.
Malbatên girtiyan û şêniyên herêmê xwest ku zarokên wan ên di destê hikûmeta demkî de ne yekser werin berdan.
Li 5 bajaran daketin qadan
Xwenîşandan îro li bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê, Hisîça û Dêrikê hatin lidarxistin.
Welatiyan daxwaza azadiya wan kesan kir ku ji destpêka meha Kanûna Paşîn ve ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine girtin.
Xwenîşandanên girseyî li Qamişloyê li Qada Şehîdan û li Amûdê û Dirbêsiyê jî li Qada Jina Azad hatin lidarxistin.
Her wiha xelkê Hisîçayê li Qada Kevokê û xelkê Dêrikê jî li Qada Azadî li hev civiya û bertekên xwe nîşan dan.
"Em dê bêdeng nemînin"
Malbatên dîlgirtiyan û niştecihên herêmê bi wêneyên zarokên xwe tevlî çalakiyan bûn.
Xwenîşanderan pankartên wekî "Azadî ji bo girtiyên me", "Em dê heta azadiya girtiyê dawîn nesekinin" û "Girtiyên me vegerînin" hildan.
Her wiha li ser hinek pankartan jî "Em dê girtiyên xwe ji bîr nekin û em dê bêdeng nemînin" û "Dengê girtiyan nayê qutkirin" hatibû nivîsandin.
Di dema xwenîşandanan de girseyê bê navber dirûşm berz kirin.
Beşdaran bi dirûşmên "Em girtiyên xwe dixwazin", "Em heval û birayên xwe dixwazin", "Azadî ji bo girtiyan" û "Zindanan hilweşînin, girtiyên me berdin" dengê xwe gihand rayedaran.
Rudaw
